Berf, qeşa, mij û dûmana li ser Gola Yildizê dîmenên xweş derxistin holê
Rûyê Gola Yildizê ya li Sêwasê qeşa girt, mij û dûmanê gol dorpêç kir ku dîmenên xweş derketin holê.
Sivas
Rûyê Gola Yildizê ya li Sêwasê qeşa girt, mij û dûmanê gol dorpêç kir ku dîmenên xweş derketin holê.
Gola Yildizê li quntara Çiyayê Yildizê 58 kîlomêtro dûrî bajêr e.
Ji ber sermayê rûyê golê qeşa girt, li ser girên der û dora golê jî mij û dûman çêbû.
Ewrên mij û dûmanê yên gilover gelemperî li ser çiyayê Agiriyê tên dîtin vê carê li ser golê jî xuya kirin û balê kişandin.
Kesên xweza û wênekişandinê hez dikin bi taybetî zivistanê tên vir û bêhna xwe vedidin.