Bendê ne ku Kalderaya Nemrûdê ya li Bidlîsê wek "Parka Neteweyî" bê îlankirin
Waliyê Bidlîsê Ahmet Karakaya wiha got: "Em li bendê ne ku di çarçoveya pêvajoya ku bi serkêşiya Wezareta Çandinî û Daristanan û Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê dimeşe da Kalderaya Nemrûdê wek "Parka Neteweyî" bê îlankirin"
Servet Taşdemir
15 Hezîran 2026•Rojanekirin: 15 Hezîran 2026
photo: Servet Taşdemir / AA
BITLIS
Bendê ne ku Kalderaya Nemrûdê ya li Bidlîsê wek "Parka Neteweyî" bê îlankirin
Waliyê Bidlîsê Ahmet Karakaya wiha got: "Em li bendê ne ku di çarçoveya pêvajoya ku bi serkêşiya Wezareta Çandinî û Daristanan û Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê dimeşe da Kalderaya Nemrûdê di demeke kin da wek "Parka Neteweyî" bê îlankirin."
Wêne : Servet Taşdemir/AA
Kalderaya Nemrûdê ya li navçeya Tetwanê golên kraterê dihewîne ku Walî Karakaya li wir lêkolînê kir û der barê xebatan da agahî hilda.
Walî Karakaya ji çapemeniyê ra daxuyand Nemrûda ku geştiyar eleqeyeke girîng nîşan didin ji hêla turîzmê va ne tenê deriyê Bidlîsê, her wiha deriyê herêmê ye ku ji dinyayê ra vedibe.
Karakaya destnîşan kir ku Kalderaya Nemrûdê bi bedewiya xwe ya siruştî her sal mazuvaniya bi hezaran geştiyarên herêmî û biyanî dike.
Walî Karakaya anî ziman ji bo parastina Kalderaya Nemrudê û gihandina wê ya nifşên nû gavên girîng tên avêtin û wiha axivî:
"Di xebatên ku du sal in dewam dikin da em gihîştin qonaxa dawî. Em li bendê ne ku di çarçoveya pêvajoya ku bi serkêşiya Wezareta Çandinî û Daristanan û Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê dimeşe da Kalderaya Nemrûdê di demeke kin da wek "Parka Neteweyî" bê îlankirin. Wezîrê Çandinî û Daristanan Îbrahîm Yumakli par li herêmê lêkolînan kir, piştî wê pêvajo bilez meşiya û piştgiriyên ku hewce dikirin hatin dayîn."