Li lûtkeyaya Çiyayê Agiriyê şekl û dirûvên belekiyên berf û cemedê ku havînê dihele û derdikevin holê, bala geştiyaran dikişînin.
Çiyayê Agiriyê her sal mazûvaniya bi hezaran çiyagerên xwecî û biyanî dike. Li ser lûtkeya çiyê bi helîna berfê û vehelîna cemedê ra şopên ku tonên wan tarî û vekirî ne, derketin holê.
Geştiyar şekl û dirûvên belekiyên berfê dişibînin heywanên wekî eylo, şêr, delfîn, kosiyê.
Elanur Sasoza ku ji Qersê seba çalakiya meşê hat Çiyayê Agiriyê, diyar kir ku fîgurên ku bi belekiyên berfê çêbûne, bala wê kişandin.
Sasozê daxuyand ku bedewiya siruştî ya çiyê her demsal cuda ye û wiha dewam kir, "Çiyayê Agiriyê li pêşberî me ye û bi vehelîna berfa ser va fîgurên gelek heywanan li ser çêbûne."