Jiyan

Bûk û zavayê Agirî ji bo ku Kovîd-19 nekişe wan li qeraxê golê dewata xwe kir

Bülent Mavzer   | 09.09.2021
Bûk û zavayê Agirî ji bo ku Kovîd-19 nekişe wan li qeraxê golê dewata xwe kir

Ağrı

 Li Agiriyê bûk û zavayê ku biryara zewacê dan, ji bo ku hem xwe hem jî vexwandiyan ji şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) biparêzin dewata xwe li qeraxê Gola Masiyan a ku raqima wê 2241 e, kir.

Adem Artanê zava û Nurten Artana bûk ji bo dewata xwe bikin, salon kirê kiribûn , lê ji ber tevdîran dewata wan hatibû taloqkirin.

Piştî ku tevdîrên seba vîrusê hatin sistkirin, bûk û zava biryara dewatê da û bi pesendkirina malabatan hem seba parastina xwe hem seba parastina vexwandiyan ji dêvla salona dewatê biryar dan ku li derva dewatê bikin.

Bûk û zava ji bo ku rîska şewbê kêmtir bikin, salona dewatê ya ku kirê kiribûn, betal kirin. Dewata xwe li qeraxê Gola Masiyan a li Ava Kevir a navçeya Agiriyê kirin.

Kemal Artanê mixtarê gundê Tanyoluyê ku gol li vî gundî ye, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, Gola Masiyan li herêmê ji dewlemendiyên siruştî yên herî girîng yek e.

Artan daxuyand ku Gola Masiyan mazûvaniya gelek organîzasyonan dike û wiha dewam kir:

"Ji ber şewba vîrusa koronayê bûk û zavayê me xwestin ku li kêlaka Gola Masiyan dewata xwe bikin, em jî wekî mezinên wan ev yek bi kêfxweşî qebûl kir. Hemû merivên me yên ku li Agirî û Îdirê dijîn, em wan dewet dikin ku dewatên xwe li vê derê bikin. Li vê derê wê hem ji mesrefa dewatê xelas bibin hem jî di hewaya zozanê da dwata xwe bikin."

Adem Artanê zava jî got ku wan ji ber şewbê çend caran dewata xwe taloq kir û wiha dewam kir:

"Dilê me hebû ku em li bajêr di salona dewatê da dewata xwe bikin, lê nebû nesîb, paşê me biryar da ku em li kêleka golê dewata xwe bikin. Pir xweş bû, me di hewaya paqij da dewata zozanê kir. Mêvanên me jî kêfxweş bûn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın