Jiyan

7 salî ye û bi tena çengekî soberiyê dike

Muhammed Alî Biçerê 7 salî yê ku li Bûrsayê dijî, ji zikmakî herdu çîmên wî digel çengê wî yê çepê ji enîşkê pê de tune, bi saya soberiyê xwe bi jiyanê ve digire.

Mustafa Yılmaz  | 13.01.2022 - Rojanekırın : 19.01.2022
7 salî ye û bi tena çengekî soberiyê dike

Bursa

Muhammed Alî Biçerê 7 salî yê ku li Bûrsayê dijî, ji zikmakî herdu çîmên wî digel çengê wî yê çepê ji enîşkê pê de tune, bi saya soberiyê xwe bi jiyanê ve digire.

Muhammed Alî bi piştevaniya malbata xwe di 3 saliya xwe de dest bi soberiyê kir, bi saya werzişê şiyana xwe ya cesteyî û civakî zêde kir.

Muhammed Alî li malê jî û li dibistanê jî hemî karê xwe bi tena serê xwe dike, bi alîkariya dêya xwe protezên xw eyên çîmên xwe li xwe dike û bi gopalên bi çengan diçe dibistanê û dema dikeve hundirê dersegehê hevalên wî jê re li çepikan dixin.

Muhammed Aliyê ku ji zikmakî ve endamên wî kêm in, ji hefteyê 4 rojan diçe Rêveberiya Wîlayetê ya Werziş û Ciwanan digel Kompleksa Werzişê ya Naîm Suleymanoglu ya girêdayî Şaredariya Yildirimê û bê ucret beşdarî qursa soberiyê ya ji bo kêmendaman dibe.

Muhammed Alî dema dest bi soberiyê kir ji avê ditirsiya û zehmetî dikişand, lê bi piştevaniya antrenorê xwe Kadîr Gul xwe pêş xist û xeyala şampiyoniyên di werzişê de dike.

- "Ezê beşdarî turnuvayan bibim, ez dixwazim bibim yekemîn"

Muhammed Alî ji nûçegihanê AAyê re destnîşan kir ku dema soberiyê dike xwe gelkî rehet hîs dike û wiha got, "Dema dikevim avê ez rehet dibim, gelekî xweş e. Tu bê qey wê hinek diyariyan bidine min. Ser zik û ser piştê ez soberiyê dikim, ez xwe binav dikim, temaê bedena xwe dişixulînim. Ez gelekî ji mamostayê xwe hes dikim. Înşallah eze beşdarî turnuvayan bibim û bi îzna Xwedê ezê bibim yekemîn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın