Jiyan

Tehma pesendkirî ya Mêrdînê "sembusek" digel Kovîd-19ê li ser sifreyên fitarê ciyê xwe digire

Sembuseka ji xwarinên Mêrdînê tehmeke hatiye tescîlkirin û wek lehmecûna girtî tê binavkirin li loqinteyan tê çêkirin û wek pakêt ji malan ra tê şandin.

Halil İbrahim Sincar   | 07.05.2021
 Tehma pesendkirî ya Mêrdînê "sembusek" digel Kovîd-19ê li ser sifreyên fitarê ciyê xwe digire

Mardin

 Li Mêrdînê digel sînordarkirina derketina derva sifreyên fitarê ji xwarina "sembusek" a bi tehm li ser navê bajêr hatiye tescîlkirin, xalî namînin.

Bajarê Mêrdînê ya ji hêla mîrateyên dîrokî va jî gelekî dewlemend e di qada xwarin û xurekan da jî ji bajarên der û dorê paşve nîne.

Tehmên bajêr hêdî hêdî ji alî Saziya Marqe û Patent a Tirk (TURKPATENT) va tên tescîlkirin û herî dawîn 2 meh berê bi hewla Walîtiya Mêrdînê va xwarina "sembusek"a wek lehmecûna girtî jî tê binavkirin, hat tescîlkirin û belgeya îşareta erdnîgariyê hilda.

Sembuseka li malan jî tê çêkirin herî zêde li restoranta (loqinte) tê çêkirin.

Di çarçoveya têkoşîna dijî Kovîd-19ê sînordarkirina derketina derva ya hatibû îlankirin dewam dike lê kesên hînî tehma sembusekê bûne jî naxwazin di fitarê da ji vê tehmê mehrûm bimînin.

Hezkirên sembusekê têlefonî restorantan dikin têra xwe sipariş didin û sifreyên xwe yên fitarê ji vê tehma bajarê xwe mehrûm nakin.

Zekî Aydogduyê li loqinteyekê aşpêj e daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ev tehma herêmî malê Mêrdînê ye û ew welatiyan ji vê tehmê bêpar nahêlin.

Aydogdu destnîşan kir ku li bajêr di nav tehmên herêmî da ya ku serî dikişîne sembusek e û ew di mehên remezanê da zêdetir tê xwarin û wiha domand: "Sembusek tehma devê meriv xweş dike. Di mehên remezanê da li ser sifreyên gelek malan cî digire. Em pîvaz, îsot û maydanozê bi kêrê hûr hûr dikin û paşê jî goşt, don û biharatê tevdikin û li hev diqelêbin. Paşê bi qasî saetekî didin sekinandin. Hevîrê ku me berê kiribû vedikin û nîvê nava me çêkiribû dikin aliyekî hevîr û qismê din ê hevîr bi ser da digirin. Piştî ku hêkê bi rûyê wê didin jî diavêjin firneyê û dipêjin heke agir zêde be ser zû dişewite û nava wê xav dimîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın