Jiyan

Mixtarê gund ji bo xwendekaran mala şînê kir pol

Mixtarê gundê Onpinara ser Vartoya navçeya Mûşê Alî Akdeniz ji bo xwendekarên li mala wan înternet tuneye bi piştevaniya şêniyên gund û qeymeqamtiyê va mala şînê wek pol kir xizmeta xwendekaran

Abdullah Tel,Haydar Şahin   | 28.10.2020
 Mixtarê gund ji bo xwendekaran mala şînê kir pol

Muş

 Mixtarê gundê Onpinara ser Vartoya navçeya Mûşê Alî Akdeniz ji bo xwendekarên li mala wan înternet tuneye û nikarin ji ser Tora Înformatîk a Perwerdehiyê (EBA) dersên xwe bişopînin bi piştevaniya şêniyên gund û qeymeqamtiyê va mala şînê wek pol kir xizmeta xwendekaran.

Li çar aliyê welêt xwendekar ji ber şewba vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) bi piranî nikarin biçin dibistanê û ji dûr va perwerdehiya xwe didomînin. Lê li gundê Onpinarê derfeta hemû xwendekaran yek nîne û di mala herkesî da jî înternet tuneye. Mixtarê gund Yildirim ji ber vê kêmasiyê biryar da ku mala şînê ji bo xwendekarên li gund ji ser EBAyê dersên xwe dişopînin, bike navenda perwerdehiyê.

Akdeniz bi piştevaniya qeymeqamtî û gundiyan va vê projeya xwe kir rewacê û înternet anî mala ku gundiyan şînên xwe lê radikirin.

Mixtar hundirê mala şînê wek polekê gorî rê û rêzikên mesafeya civakî ji nû va bi cih kir û wek pol kir xizmeta xwendekaran.

Xwendekarên li gund ku rojên naçin dibistanê li gor rê û rêzikên mesafeya civakî di mala şînê ya bo wan pola nû ye EBA TVyê temaşe dikin û dersên xwe ji ser pergalê dişopînin.

- "Ez ji kesên piştevaniyê dan ra spas dikim"

Qeymeqamê Vartoyê û Wekîlê Şaredar Ertugrul Avci daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku şewba Kovîd-19ê li çar aliyê dinyayê tevlî gelek pirsgirêkan di qada perwerdehiyê da jî bû sedema kêmasiyan.

Avci destnîşan kir ku digel vê kesên alîkarî dikin, dixwazin polên EBAyê vekin û ji bo xwendekarên pêwîstiyên wek compîter û tabletê bişînin hene û wiha pê da çû: "Ji van mînakan yek jî gundê me yê Onpinarê ye. Mixtar hat cem me û got ku xêrxwazekî li xwendekaran tablet belav kiriye lê di mala zarokan da înternet tuneye. Xwestin ku înternetê bikşînin mala şînê lê dikirin û li wê derê bo xwendekaran polê vekin. Min jî piştgirî da wan û xwendekarên me niha ji wê polê îstifade dikin. Ez ji mixtar û hemû gundiyên me yên piştgirî dan vê yekê ra spas dikim."

- Zarok di ewlehiyê da dersên xwe dişopînin

Akdenîzê mixtar got bi tevkariya qaymeqam û gundiyan înternet kişandin mala serxweşiyê, tevkarî da zarokan ku dersên xwe bişopînin.

Akdenîz got bawer dikin ku zarên perwerdeya baş bibnin ew ê pêşeroja welêt xilas bikin ji ber vê jî girîngiyê didin perwerdeyê û wiha pê da çû:

"Ji bo xwendekar bi rihetî ji EBA TVyê îstifade bikin me mala serxweşiyê vegerande polê. Ji bo zarên xwe ji nexweşiyê biparêzin em tevdîrên Kovîd-19ê hildidin. Li gund bi piranî rewşa aboriya malan baş nîne. Ji ber vê îmkana hemû xwendekaran tune ku înternetê bi kar bînin. Ji bo ji dersê xwe nemînin me înternet kişand mala serxweşiyê. Xwendekarên em di nav rojê da li vê derê li gor rêgezên mesafeya fizîkî dersên xwe dişopînin."

Akdenîz got dema proje dan destpêkirin Qaymeqam û Şaredar Avci piştgirî dan wan û wiha axivî: "Xwendekarên me di saeta dersê da tên mala serxweşiyê. Li vê derê dikevin înternetê û dersên xwe teqîb dikin. Ji bo xwendekarên me bû îmkanek. Xwendekarên îmkanê nabînin ku li malên xwe dersên xwe bixebitin li vê derê bi rihetî dersê dixebitin û sipartekên xwe çêdikin."

Berfîn Çetîna xwendekara pola 10î ya Lîseya Meslekê Tenduristiyê ya Mûşê jî got, "Mixtarê me û gelê gund ji bo em dersên xwe baş bişopînin înternet kişandin mala serxweşiyê. Bi vî awayî em hem wekî rewşa xwendingehê tên ba hev hem jî dikevin EBAyê. Em her tim dikarin têkevin înternetê. Ji bo dersan gelekî kêrî me tê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın