Jiyan

Li Wanê dîmenê kûzeya gewr ya ku cisnê wan li ber qelînê ye hat kişandin

Özkan Bilgin  | 11.11.2025 - Rojanekırın : 19.11.2025
 Li Wanê dîmenê kûzeya gewr ya ku cisnê wan li ber qelînê ye hat kişandin Özkan Bilgin

Van

Li Wanê kûzeyeke ku havînan qehweyî û zivistanê jî rengê wan diguhere gewr dibe û bi piranî bi şevan derdikevin zêde nayên dîtin, dema li derva digeriya dîmenê wê hat kişandin.

Kûzeyên ku havînan û zivistanan rengê wan diguhere, di nava wan ajelan da ne ku cisnê wan li ber qelînê ye û tên parastin.

Kûzeyên di warê dîtin, bihîstin û bêhn sitandinê da gelekî pêşketî ne, populasyona ajelên kojer dixin bin kontrolê û nahêlin ku zirarê bidin çandiniyê. Ji vê hêlê va kûze ji bo ekosîstem û pircurehiya biyolojîk gelekî giring in.

Kûzeyên bi karîna xwe ya ku zû hest bi xetereyan dikin û beşdarbûna di parastina hevsengiya siruştê da derdikevin pêş, li navçeya Bahçesarayê hat dîtin.

Kûzeya ku demekê di nav keviran da geriya û ji bo kamerayê poz da, dû ra ji ber çavan winda bû.

Rêveberê Navenda Parastin û Rehabilîtasyona Ajelên Kovî li Zanîngeha Yuzuncu Yil Wanê Prof. Dr. Lokman Aslan ji nûçegianê AAyê ra anî ziman ku cisnê kûzeyan li herêmê ji ber têkçûna qadên jiyana siruştî û şert û mercên jiyana kovî li ber qelînê ye.

Aslan anî ziman ku li gelek deveran ji ber ku kûze dikevin kozikan û zirarê didin ajelên baskdar, ji aliyê mirovan va tên kuştin, kûze nava rojê xwe vedişêrin û bi şevê derdikevin nêçîrê.

Aslan tekezî kir ku ji bo mayina nifşê kûzeyan divê welatî bêtir baldar tev bigerin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın