Jiyan

Jinên Qersî di meha remezanê da tendûrên xwe ji bo xwarinên herêmî dadan

Li Akyayaka navçeya Qersê jinên bi zibaretî di tenûran da nan, kade û xwarinên herêmî çêdikin.

İsmail Kaplan   | 30.04.2021
 Jinên Qersî di meha remezanê da tendûrên xwe ji bo xwarinên herêmî dadan

Kars

Li herêma Rojhilatê sifreyên fitar û paşîvê ji goştê qazan, şilek û kadeyan xalî namînin.

Li Akyaka navçeya Qersê ku tendûr zêde tê emilandin jinên li navçeyê tên bal hev û bi pergala zibareyê ya sedan sal e dewam dike alî hev dikin.

Jinên li gundê Camuşluyê nava rojê tendûran dadidin û milê xwe dikin milê hev û qetmer, kade, şilek, nanê tendûrê lêdixin û di nav agirê tendûrê da jî goştê qazan dipêjin û ji bo fitar û paşîvê amade dikin.

Kevaniyên li gund ji dadana tendûrê bigir heta hevîrkirin û pêjandinê di hemû karan da alî hev dikin. Di tendûrê da ewilî nan û kade tên çêkirin û paşê jî xwarinên herêmî tên pêjandin.

- Di meha Remezanê da sifre bi xwarinan şên dibin

Ji gundiyan Zekiye Yilmazê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew di meha Remezanê da girîngiyê didin xwarinan û sifreyan xalî nahêlin û wiha pê da çû: "Em ewilî nan û kadeyan li tendûrê dixin û paşê jî di nav agirê wê da xwarin çibe dipêjin. Em kadeya Qersê ji rûnên nivîşkî yên ji heywanên li zozanan çêriyane hevîr dikin. Tehma wê helbet xweş e û em wan bi rûnê nivîşkî, şîr û hêkên siruştî va hevîrê wê dikin. Em di tendûrê da goştê qazan jî dipêjin."

Antîka Gegozê jî destnîşan kir ku li gund jin tên bal hev û bi zibareyê nan li tendûrê dixin kadeyan çêdikin û lewra kade di meha Remezanê da merivan têr digre."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.