Jiyan

Îbrahîmê biçûk ê Îdlibî tevî kekê xwe keviran dişikêne û ji bo debara malbatê dixebite

"Em bi bergîdana dolar û nîvekê rojê 25 kevirên ku di înşeatan da tên bikaranîn çêdikin. Ez dixwazim perê nanê xwe qezenc bikim. Ez dixwazim bixwînim jî û jiyaneke xweş bijîm. Bavê min nexweş e û ez nexebitim kesek bixebite tuneye."

Mehmet Burak Karacaoğlu,Ahmet Karaahmet   | 11.06.2021
Îbrahîmê biçûk ê Îdlibî tevî kekê xwe keviran dişikêne û ji bo debara malbatê dixebite İbrahim Derviş/AA

İdlib

Îbrahîm Hamahîrê 10 salî ku li bajarê Îdlibê dijî di vî emrê xwe yê biçûk da ji bo debara malbata xwe di kana keviran da hetariyê dike.

Li gor rapora Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) di şerê navxweyî yê li Sûriyeyê da ji alî rejima Beşar Esed û piştgirên wî va herî kêm 29 hezar zarok hatin kuştin û bi milyonan jî zarok ji cî û warê xwe bûn. Li Sûriyeyê berdêla şerê navxweyî yê herî mezin zarok didin.

Ji Adara sala 2011ê vir va li welêt şerê navxweyî dewam dike û zarokên ji hêla madî va derfetên wan tunene û lazime di vî emrî da bixwînin, bi hevalên xwe ra bileyîzin ji mecbûrî di karên bo wan zor û zehmet in da dixebitin.

Nûçegihanê AAyê di "Roja Têkoşîna Bi Karkeriya Zarokan a Dinyayê" da nûçegihanê AAyê bi Hamahîrê 10 salî ra axivî û wî got ku di şûna dibistanê da ew tevlî kekê xwe tê û di kana keviran da hetariyê dike.

Malbata Hamahîr a ku li gundê Ayn Ceraya ser Helebê bû rûdiniştin ji ber êrîşên rejimê yên birin ser gundê wan reviyan û xwe spartin Kampa Kerîm a li Îdlibê û di konekî rizyayî da dijîn.

Zarokê 10 salî yê ku serê sibehê ji bo xebatê zû radibe û tevlî kekê xwe diçe hetariyê dike got: "Em bi bergîdana dolar û nîvekê rojê 25 kevirên ku di înşeatan da tên bikaranîn çêdikin. Ew pereyê em qezenc dikin ji bo taştêyeke baş jî têrê nake.

Hamahîr diyar kir çar xwîşk û birayên wî dê û bavê wî yê ku ji ber aciz e nikare bixebite ew tevlî birakê xwe li malê dinêrin û kevirên her yek bi qasî 50-60 kîloyî giran e dişkêne û wiha domand: "Em havînê di germê da û zivistanê jî li ber sermayê dixebitin."

Hamahîr dixwaze ku di rojên pêş xwe da jiyaneke xweş bijî û wiha got: "Ez dixwazim perê nanê xwe qezenc bikim. Ez dixwazim bixwînim jî û jiyaneke xweş bijîm. Bavê min nexweş e û ez nexebitim kesekî bixebite tuneye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın