ji saziyê

Serokê Ofîsa Fînansê ya Serokomariyê Aşan wê bibe mêvanê Maseya Fînansê ya AAyê

Prof. Dr. Goksel Aşan wê sibê di civîna Maseya Fînansê ya Ajansa Anadoluyê da pirsên ser rojevê bibersivîne

İbrahim Atmaca  | 26.05.2019 - Rojanekırın : 27.05.2019
Serokê Ofîsa Fînansê ya Serokomariyê Aşan wê bibe mêvanê Maseya Fînansê ya AAyê

Istanbul

Serokê Ofîsa Fînansê ya Serokomariyê Prof. Dr. Goksel Aşan wê sibê bibe mêvanê Maseya Fînansê ya Ajansa Anadoluyê (AA).

Civîna Maseya Fînansê ya AAyê wê sibê di 11.00î da dest pê bike, Aşan wê pirsên ser rojevê bibersivîne û li ser geşedanên dawîn biaxive.

Daxuyaniyên Serokê Ofîsa Fînansê ya Serokomariyê Prof. Dr. Goksel Aşan wê li ser malpera înternetê ya AAyê "www.aa.com.tr" were weşandin û demildest li ser hesabê Twitterê "@aa_finans"ê were parvekirin.

Aboneyên AA Fînansê jî wê li ser "aafinans.com"ê bikaribin civînê yekser temaşe bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın