ji saziyê

Ji bo dîtina nûçegihanê AAyê xebatên lêgerînê dewam dikin

Xebatên lêgerîna Nîşanci di roja 7emîn da didomin

İbrahim Atmaca  | 16.05.2019 - Rojanekırın : 17.05.2019
Ji bo dîtina nûçegihanê AAyê xebatên lêgerînê dewam dikin

Bayburt

Abdulkadîr Nîşanciyê nûçegihanê AAyê yê Bayburtê dema ku li ser Çiyayê Soganliyê yê navbera Bayburt û Trabzonê xebatên vekirina rê dişopand, li çivên Derebaşiyê berfa bin lingê wî şiqitî û di zagê da ket. Xebatên lêgerîna Nîşanci dewam dikin.

Di roja 7emîn a xebatên lêgerîna Nîşanci da kîlomêtreyek stu herêma ku bûyer lê qewimiye bendek hat çêkirin ku pêşiya robar were girtin û av alîkî din da bikişe.

Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Stenbolê (ÎSKÎ), Midûriya Herêma 22yem a Karên Avê yê Dewletê (DSÎ), Îdareya Taybet a Bajarê Bayburtê û Herêma 12emîn a Midûriya Rêbejan bi hev ra dixebitin.

Tîmên Legerîn û Xelaskirinê yên Cendirmeyên Fermandariya Cendirmeya Erzirom û Rîzeyê, tîmên lêgerîn û xelaskirina binê avê û tîmên lêgerîn û xelaskirinê yên serê çiyê yên Fermandariya Asayîşa Taybet a Cendirmeyê her çend av zêde bûye û gur bûye jî li gelî xebatan didomînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın