ji saziyê

Ajansa Anadoluyê beşdarî Kongreya NAWCê bû

Dîrektorê Operasyonên Navneteweyî Mucahît Soykan li Sofyayê ser navê Ajansa Anadoluyê beşdarî 6emîn Kongreya NAWCê bû

İbrahim Atmaca  | 13.06.2019 - Rojanekırın : 13.06.2019
Ajansa Anadoluyê beşdarî Kongreya NAWCê bû

Ankara

Dîrektorê Operasyonên Navneteweyî yê Ajansa Anadoluyê (AA) Mucahît Soykan li Sofyaya paytextê Bulgaristanê beşdarî 6emîn Kongreya Ajansên Nûçeyan ên Dinyayê (NAWC) bû.

Kongre bi mazûvaniya Ajansa Nûçeyan a Bulgaristanê (BTA) hat çêkirin û li ser mijarên "di ajansên nûçeyan da modela mulkiyetê", "çavkaniyên dahatê yên nû", "xeberên derew" û "zekaya çêkirî" rûniştin hatin kirin.

Di vekirina kongreyê da Serokomarê Bulgaristanê Rumen Radev axivî û paşê serokê Yekîtiya Ajansên Nûçeyan a Asya-Pasîfîkê (OANA), serokê Yekîtiya Ajansên Nûçeyan a Ewropayê (EANA), Sekreterê Giştî yê Federasyona Ajansên Nûçeyan a Ereban (FANA) û nûnerê payeblind ê gelek ajansên nûçeyan ên wek Associated Press, Reuters, Xinhua, TASS, Agence France Press, Press Association, Kyodo, TT, ANTARA, CTK, AAP, ÎRNA û DPAyê axivîn.

Li ser navê AAya ku Serokê Heyamê yê Yekîtiya Ajansên Nûçeyan a Balkan-Başûrê Rojhilata Ewropayê (ABNA-SE) ye, Dîrektorê Operasyonên Navneteweyî Mucahît Soykan beşdar bû.

BTAyê bi vê civînê ra ji bo 3 salan serokatiya heyamê ya NAWCê dewr hilda.

Kongreya NAWCê 3 salan carekê tê lidarxistin û gelek serok û endamên ajansên nûçeyan ên tevahiya dinyayê beşdar dibin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.