ji saziyê

AAyê der barê êrîşa li hemberî ofîsa xwe ji artêşa Îsraîlê agahî xwest

Parêzerên Ajansa Anadoluyê ji artêşa Îsraîlê ra daxwaznameyek şand û der barê êrîşa li hemberî ofîsa xwe ya li Xeta Xezeyê da pirs pirsîn

Türkan Tosun  | 23.05.2019 - Rojanekırın : 26.05.2019
AAyê der barê êrîşa li hemberî ofîsa xwe ji artêşa Îsraîlê agahî xwest

Quds

Ajansa Anadoluyê (AA) ji artêşa Îsraîlê ra der barê êrîşa li hemberî ofîsa xwe ya li Xeta Xezeyê da daxwaznameyek şand.

Di 4ê gulanê da li Xeta Xezeyê hemberî ofîsa Ajansa Anadoluyê êrîşek çêbûbû.

Parêzerên AAyê der barê vê êrîşê da ji artêşa Îsraîlê ra daxwaznameyek şandin û pirsîn ku ev avahiya tê da kargeh û mal hene çima ji hêla artêşê va hedef hatiye girtin.

Di daxwaznameyê da ji artêşa Îsraîlê hat pirsîn ku beriya êrîşê gelo agahiya wan hebû ofîsa AAyê jî di wê avahiyê da ye û wiha hat gotin: "Avahiya ku ofîs jî tê da ye biqestî an jî bi nezanî hedef hat girtin?"

Hat gotin ji avahiya ku ofîsa AAyê jî tê da ye li hemberî hedefên Îsraîlê gelo tu êrîşek hatiye kirin an na û hat gotin ofîs bi tevahî hilweşiyaye û artêşa Îsraîlê wê bikaribe zirara AAyê bide.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ji ber ku ofîs rastî êrîşê hatiye li Xezeyê hişmendiyeke "AA di hedefa Îsraîlê da ye" çêbûye û ji ber vê AA li Xezeyê nikare ofîseke nû bibîne, zehmetiyê dikşîne.

Ji artêşê hat pirsîn "Îsraîl wê vê mexdûriyetê çawa ji holê rake û gelo ji bo artêşa Îsraîlê AA hedef e?"

Piştî bersiva artêşa Îsraîlê AA ji bo ku heqê xwe bigere wê pêvajoya hiqûqî bide destpêkirin.

Artêşa Îsraîlê di 4ê gulanê da li Xeta Xezeyê bi 5 roketan êrîşî avahiya ku ofîsa Ajansa Anadoluyê jî tê da bû kiribû. Di êrîşê da avahî bi tevahî hilweşiyabû.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.