ji saziyê

Rojnamevanên biyanî pesnê perwerdeya nûçegihaniya şer a AAyê dan

Rojnamevanên beşdarî Perwerdeya Nûçegihaniya Şer a Heyama 15emîn a Ajansa Aadoluyê bûn behsa perwerdeyê kirin û gotin bi saya vê perwerdeya taybet ewê karê xwe baştir bikin

Türkan Tosun   | 30.07.2019
Rojnamevanên biyanî pesnê perwerdeya nûçegihaniya şer a AAyê dan

Ankara

Rojnamevanên beşdarî Perwerdeya Nûçegihaniya Şer a Heyama 15emîn a Ajansa Aadoluyê (AA) bûn gotin bi saya vê perwerdeya taybet a cara ewil e dibînin, ewê karê xwe baştir bikin.

Perwerdeya nûçegihaniya şer a bi hevkariya Akademiya Polêsan, Serokatiya Ajansa Kordînasyon û Hevkariyê ya Tirkan (TÎKA) û Ajansa Anadoluyê (AA) va cara ewil bi Erebî tê dayîn dewam dike.

Ji 11 welatan 21 rojnamevan beşdarî perwerdeyê bûn.

Rojnamevan Amany Albasheerê Sudanî ji nûçegihanê AAyê ra got bi saya vê perwerdeyê ew hîn bûye divê ew xwe di şer da çawa biparêze.

Albasheer anî ziman ji bo rojnamevanên li qadên pevçûn û şer lê heye dixebitin tişta herî girîng ew e ku ew canê xwe biparêzin û wiha dewam kir: "Bi saya van perwerdeyan em hîn bûn li hemberî rîskan divê em kîjan tevdîran bibînin, xwebaweriya me xurt bû. Bi taybetî li qada şer û pevçûnê tekane tişta ku hewcedariya rojnamevanan lê heye xwebawerbûn e."

- "Jixwebawerbûna me zêde dibe"

Rojnamevan Wîded Medfaiya Tûnisî jî got dema wê der barê perwerdeyê da agahiyên bihûrgilî hildaye kelecan bûye lê dema hatiye Tirkiyeyê dîtiye ku ewê perwerdeyeke giran û cidî bibînin.

Medfaiyê anî ziman perwerdeya teorîk li gor pratîkê hêsantir e û wiha dewam kir: "Di serî da ez hinekî tirsiyabûm, min digot ez nikarim ji van karan gelekan bikim. Lê piştî vê perwerdeyê ezê wezîfeya xwe baştir bikim. Bi saya vê perwerdeyê em wêrek dibin û jixwebawerbûna me zêde dibe."

- "AA tecrubeya xwe ya nêzî 100 salî bi me ra parve dike ku ev kêfxweşiyek e"

Rojnamevanê Iraqî Mistefa Alsaady jî got ji ber wezîfeya xwe ew li welatê xwe beşdarî hin operasyonên dijî terorê bûye, feydeya perwerdeya AAyê wê bigihêje wî.

Alsaady destnîşan kir perwerdeyeke cidî tê dayîn û wiha pê da çû: "Min wisa zen dikir perwerdeyeke hêsan wê bê dayîn. Lê bi rastî jî perwerdeyeke berfireh û bihûrgilî ye. Agahiyên em hîn dibin ji bo em canê xwe biparêzin tên dayîn. Piştî perwerdeyê ezê bi qalîte û baş beşdarî operasyonên dijî terorê yên li Iraqê bibim. AA tecrubeya xwe ya nêzî 100 salî bi me ra parve dike ku ev kêfxweşiyek e."

- "Feydeya perwerdeyê wê bigihêje hemû hempîşeyên min"

Îbrahim Nyekirê ji Sûdana Başûr jî got piştî perwerdeya nûçegihaniya şer ewê wezîfeya xwe baştir bike û wiha dewam kir: "10 sal e ez vî karî dikim. Heta niha ez beşdarî perwerdeyeke wiha zor nebibûm. Feydeya vê perwerdeyê wê bigihêje hemû hempîşeyên min. 

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.