ji saziyê

Pirtûka nû ya AAyê "Di Siyaseta Dinyayê da Xetên Fayê yên Kurewî" derket

"Di Siyaseta Dinyayê da Xetên Fayê yên Kurewî"ya pirtûka sêyemîn a Rêza Analîzan ji Weşanên AAyê derket

28.08.2019
Pirtûka nû ya AAyê "Di Siyaseta Dinyayê da Xetên Fayê yên Kurewî" derket

Ankara

"Di Siyaseta Dinyayê da Xetên Fayê yên Kurewî (Dünya Siyasetinde Küresel Fay Hatları)"ya pirtûka sêyemîn a Rêza Analîzan ku Weşangeriya Ajansa Anadoluyê amade kir, derket.

Di pirtûkê da qala siyaseta kurewî, qayişkêşiyên qada hêzê, geşedanên ku aktorên hakim ên siyaseta dinyayê diguherînin tê kirin.

Di pirtûkê da akademîsyen, pispor, statejîst, analîstên navdar û gelek kes li ser li ser pergala kurewî analîzan dikin, li ser geşedanên aborî, jeopolîtîk, siyasî, teknolojîk û geşedanên ku li qada jeopolîtîk a Asya û Ewropayê rû didin, disekinin.

Her wiha mijarên wek di pergala kurewî da veguherîna jeopolîtîkê, di pergala navneteweyî da alema derveyî Rojava, di navbera Amerîka û Rûsyayê da sehayên reqabetê yên nû, nêzîkbûna Rûsya û Çînê, reqabeta ku li herêmên Kafkasya û Baltikê zêde dibe, tê tedqîqkirin.

Di pirtûkê da qala reqabeta Amerîka û Çînê ya qada bazirganî û teknolojiyê jî tê kirin.

Der heqê Weşanên AAyê da agahî li ser navnîşana "https://www.aa.com.tr/tr/aa-yayinlari"yê hatin parvekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.