ji saziyê

Gola Wanê ji bo werzişvanên paraşûta berpalê dikin cihekî taybet e

Gola Wanê ya bi dîmenên xwe yên xweş û qeraxa xwe va balê dikşîne ji bo kesên paraşûta berpalê dikin bûye cihekî navdar

Mesut Varol   | 06.04.2021
Gola Wanê ji bo werzişvanên paraşûta berpalê dikin cihekî taybet e

Van

VAN (AA) - Gola Wanê ya gola herî mezin a Tirkiyeyê ya bi dîmenên xwe yên xweş û qeraxa xwe va balê dikşîne ji bo kesên paraşûta berpalê dikin bûye cihekî navdar.

Gola Wanê, Çiyayê Artosê, kendavikên Gorundu, Ayanis, Altinsaç û Înkoyuyê ji bo werzişvanên paraşûtê cihên balkêş in. Kesên tên van deran li hemberî dîmenên Girava Axtamarê, Çiyayê Sîpanê û Gola Wanê kêfa paraşûtê dikin.

Şaxa Wanê ya Saziya Hewaya Tirkan çalakiyek li dar xist ku 35 werzişvan beşdarî vê çalakiyê bûn û esmanê Wanê bi paraşûtên xwe xemilandin.

- "Herêm ji bo paraşûtê pir xweş e"

Serokê Kluba Esmaniyê ya Sportîf Îlhan Gezgen ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew 18 sal e li berpalê paraşûtê sîwar dibe lê zêdetir li ber Gola Wanê kêfxweş e.

Gola Wanê ji bo werzişvanên paraşûta berpalê dikin cihekî taybet e

Gezgen wiha axivî: "Ji bajarên cuda gelek pîlot tên li vir ku bifirin. Ji bo nasandina Wanê ev gelekî baş e. Em bendê ne ku kesên berpalan hez dikin bên Wanê."

Midûrê Herêma 14emîn ê Meteorolojiyê Atakan Çelebiyê ku paraşûtê hez dike jî got erdnigariya herêmê ji bo paraşûta berpalê pir xweş e û wiha axivî: "Ji bo paraşûta berpalê cihên pir xweş hene. Bi taybetî termîk pir xurt in. Ji ber vê rewşê divê em baldar bin. Em dikarin ji esman Girava Axtamarê bibînin."

- "Firîna li hemberî Girava Axtamarê pir xweş bû"

Betul Yakmaza bi awayekî pisporane karê paraşûtê dike jî wiha got: "Wek jinekî ji ber ku ez vê werzişê dikim, ez pir kêfxweş im. Bi taybetî firîna li hemberî Girava Axtamarê û Gola Wanê pir xweş bû. Em her kesî vedixwînin vê derê. Li esmanê Gola Wanê kirina vê werzîşê cudahiyek e."

Furkan Bariç jî got ew kêfxweş e ku bi mêtroyan bilindahiyê dîmenê golê dibîne û vê werzişê dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın