ji saziyê

Cinazeyê Nîşanciyê nûçegihanê me hat dîtin

Cinazeyê Abdulkadîr Nîşanciyê nûçegihanê Ajansa Anadoluyê yê li Çiyayê Soganliyê ku di navbera Bayburt-Trabzonê da ye xebatên vekirina rê dişopand û di 10ê Gulanê da ji zinar da çûbû xwarê, hat dîtin

Haydar Şahin   | 23.05.2019
Cinazeyê Nîşanciyê nûçegihanê me hat dîtin

Bayburt

Cinazeyê Abdulkadîr Nîşanciyê nûçegihanê Ajansa Anadoluyê yê li Çiyayê Soganliyê ku di navbera Bayburt-Trabzonê da ye xebatên vekirina rê dişopand û di 10ê Gulanê da ji zinar da çûbû xwarê, hat dîtin.

Waliyê Bayburtê Alî Ramazan Pehlîvan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ekîbên AFADê û xozneberan cesedê Abulkadîr Nîşanciyê nûçegihanê AAyê yê Bayburtê yê ku li Çivên Derebaşiyê ya Çiyayê Soxanliyê dema wezife dikir berfa binê wî şimitîbû û di kendal da ketibû dîtin.

Pehlîvan destnîşan kir ku li ciyê ava Çemê Soxanliyê û Çemê Dumluya gundê li sînorê Bayburtê digihîjin hevdu cesedê Nîşancî hat dîtin, ev dera bi qasî kîlomêtreyekî dûrî ciyê jê ketibû xwarê ye. Hat destnîşankirin ku Kekê Abdulkadî Nîşanî cesedê wî teşxîs kir.

Walî Pelîvan got rihma Xwedê li Abdulkadîr Nîşancî be, ser malbat û eqrebeyên wî sax be.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın