ji saziyê

Balyozê Filistînê yê li Enqereyê ji bo spasiyê AA ziyaret kir

Balyozê Filistînê yê li Enqereyê Dr. Faed Mistefa bi Serokê Lijneya Rêvebiriyê û Midûrê Giştî yê AAyê Şenol Kazanci ra hevdîtin kir

İbrahim Atmaca   | 11.09.2019
Balyozê Filistînê yê li Enqereyê ji bo spasiyê AA ziyaret kir

Ankara

Balyozê Filistînê yê li Enqereyê Dr. Faed Mistefa Ajansa Anadoluyê (AA) ziyaret kir û ji bo ku AA li Filistînê nûçegihaniya wêrek û rêbaz dike, spas kir.

Serokê Lijneya Rêvebiriyê û Midûrê Giştî yê AAyê Şenol Kazanci û Alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê û Gerînendeyê Weşana Giştî Metîn Mutanoglu mazûvaniya Balyoz Mistefa û sê kesên pê ra kirin.

Di hevdîtinê da Balyoz Mistefa got ku AA di nûçeyên xwe da eleqe û hesasbûnê nîşanî mijara Filistînê dide û ji bo vê kêfxweşiya xwe anî ziman û diyar kir ji bo ku AA li Filistînê nûçegihaniya wêrek û rêbaz dike, spasiya AAyê kir.

Kazanci û Balyoz Mistefa li ser peymana tevkariyê ya navbera AA û WAFAya ajansa nûçeyan a Filistînê ku amadehiyên wan li ber qedandinê ye, sekinîn û gotin ku ew dixwazin tevkariya xwe xurttir bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.