ji saziyê

Albuma Wêneyan a Istanbul Photo Awards 2019ê hat weşandin

Albuma wêneyan "Istanbul Photo Awards 2019" ku ji wêneyên serkeftî yên pêşbaziya navneteweyî ya wêneyên nûçeyan "Istanbul Photo Awards" ku îsal ji bo cara pêncemîn bi destê Ajansa Anadoluyê hat lidarxistin pêk tê, hat weşandin

Önder Beyter   | 12.07.2019
Albuma Wêneyan a Istanbul Photo Awards 2019ê hat weşandin

Istanbul

Albuma wêneyan a îsal ya pêşbaziya navneteweyî ya wêneyên nûçeyan "Istanbul Photo Awards" ku bi destê Ajansa Anadoluyê (AA) ji sala 2015an vir va tê lidarxistin, hat weşandin.

Di albuma pêşbirka ku Serokatiya Ajansa Hevkariya Tirk û Kordînasyonê (TÎKA) û Şaredariya Bajarê Mezin Stenbolê piştgiriyê didinê û Rêhewayên Tirkiyeyê (THY) jî sponsorê wê ye da cih dan wêneyên ku xelat wergirtin.

Wêneyê nûçegihanê wêneyê yê AFPyê yê Filistînî Ahmad Gharabli ya bi navê "Pevçûna Îsraîl-Filistînê" ku xelata "Wêneyê Salê" wergirt, li ser bergê albumê hat çapkirin.

Di albuma wêneyan a sala 2019an a pêşbirka ku di 5 salan da nêzîkî 100 hezar wêne beşdar bûna da bi çavê wênegirên profesyonel, bûyerên girîng ên ji raya giştî ya cihanê tên nîşandan.

- "Ewçend serpêhatiyên wêneyan hene ku mirov dikare bi hezaran peyvan va qalê bike"

Seroka Juriya Istanbul Photo Awards 2019ê Deborah Copakenê di pêşgotara xwe ya der heqê albumê da diyar kir, ewçend serpêhatiyên hemû wêneyên ku bi ser ketin, hene ku mirov dikare bi hezaran peyvan va qalê bike.

Nûçegihanên wêneyan yên li welêt û dervayî welêt di serî da, album dê ji dezgehên wêneyan, ajansên wêneyên nûçeyan û pirtûkxaneyên zanîngehan ra bê şandin.

Herwiha albuma wêneyan li ser malpera fermî ya pêşbaziyê www.istanbulphotoawards.comê jî hat barkirin.

Wêneyên serkeftî yên pêşbaziya îsal jî mîna salên berê dê di pêşangehên li welêt û dervayî welêt bên nîşandin.

Serîlêdana ji bo sala bê ya pêşbirka ku di 5 salan da nêzîkî 100 hezar wêne beşdar bûn da jî dê di navbera 1ê Mijdara 2019an û 31ê Rêbendana 2020î da ji ser navnîşana www.istanbulphotoawards.comê bê kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın