Ji ser Qirkirina Helepçeyê ra 31 sal derbas bû

Di 16ê Adara 1988an da bi destê Sedam Huseynê serokê jitextdaxistî yê Iraqê êrîşa kîmyewî birin ser Helebçeya bajarê Iraqê. Ji ser bûyerê ra 31 sal derbas bûye ligel vê drama mirovahiyê ya ku wê rojê qewimî ji bîra tu kesî dernakeve. Li ser telîmata Sedam Huseynê serokê rejima Beasê, Elî Hesen Mecîdê pismamê wî yê bi navê "Eliyê Kîmyewî" tê zanîn di 16ê adara 1988an da bi bombeyên xerdel û sarînê êrîşî Helebçeya li nêzî sînorê Îranê kir. Şebeqê di saet li der û dora 10.50yî da êrîşî navenda Helebçeyê û dora wê kirin û di nav bajêr da bîna sêvan belav bû. Xebera 5 hezar kesên li Helebçeyê ji tiştekî tunebû, li pêşiya malên xwe an jî dema direvîn di wesayîtan da di ser hev da ketin û mirin, 7 hezar kes jî birîndar bûn.

18.03.2019