Herêma Kurdistanê

"Serjimarî divê wekî kozeke siyasî neyê bikaranîn"

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî parast ku serjimariya ku dê sala bê li Iraqê bê kirin divê wekî kozeke siyasî neyê bikaranîn

Elif Orhan  | 11.09.2019 - Rojanekırın : 12.09.2019
"Serjimarî divê wekî kozeke siyasî neyê bikaranîn"

Arbil

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesrûr Barzanî got ku serjimariya ku dê li welêt piştî 22 salan cara ewil di sala 2020î da bê kirin divê wekî kozeke siyasî neyê bikaranîn.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji ofîsa çapemeniyê ya Serokwezîriyê hat dayîn Barzanî li Hewlêrê bi Wezîrê Plankirinê yê Iraqê Sabah Dileymî ra hat bal hev.

Hat diyarkirin ku di hevdîtinê da li ser pirsgirêkên di xeta Bexda-Hewlêrê û mijarên serjimariyê sekinîn.

Serokwezîrê HKIyê Barzanî diyar kir girîng e ku li Iraqê nifûs bê jimartin û got ku "Îtiraza hikûmeta HKIyê ji bo mekanîzmaya jimartinê heye û divê vê bidin ber çavan. Serjimarî divê dijî tu hêmanê wekî kozeke siyasî neyê bikaranîn."

Barzanî xwest ku di têkiliyên Bexda û Hewlêrê da li ser bingeha hevkariya rasteqîn û diyalogê derbasî heyameke nû û erênî bibin û got ku hikûmeta HKIyê ji bo ku pirsgirêk di çarçoveya destûra bingehîn da bên çareserkirin amade ye.

Wezîrê Plankirinê yê Iraqê Dileymî jî di hevdîtinê da destnîşan kir ku ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên di nav herdu aliyan da firsendeke baş heye.

Dileymî di daxuyaniya xwe ya di gulanê da diyar kiribû ku ji bo jimartina nifûsê ya tê plankirin ku di cotmeha 2020î da li tevahiya welêt bê kirin amadehiyan destpê kiriye û gotibû ku dê ev HKIyê jî bihewîne.

Li Iraqê herî dawî di sala 1997an da di heyama rejima Sedam Huseyn da serjimarî hatibû kirin, di serjimara ku HKI nehatibû daxilkirin da hatibû eşkerekirin ku nifûsa Iraqê 19 milyon e. Serjimara HKIyê jî wekî 3 milyonî hatibû texmînkirin.

Tê texmînkirin ku niha serjimara Iraqê 38 milyon e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.