Herêma Kurdistanê îtxalata tametêsan qedexe kir
Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê ji 1ê îlonê pê va îtxalata tametêsan qedexe kir
Arbil
HEWLÊR (AA) - Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) îtxalata tametêsan qedexe kir.
Huseyn Heme Salihê Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Avê û Çandiniyê yê HKIyê li Hewlêrê civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku ji bo parastina cotkarên herêmî ji 1ê îlonê pê va ew ê destûrê nedin îtxalata tametêsan.
Salih got ku ew ê ji bo pêşxistina hilberîna herêmî bixebitin û wiha axivî: "Em ê hemû dexl û denê têra herêmê tên ajotin qedexe bikin ku neyên îtxalkirin."
Salih got heke çandiniya tametêsan a xwemalî têra piyaseya navxweyî neke an jî biha zehf zêde bibe ew ê biryareke cuda bidin.
- "Herî zêde ji Îranê îtxal dikin"
Îsmaîl Mihemedê esnafê Hala Sebze û Mêweyan a Hewlêrê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku nika li piyaseya navxweyî bihayê tametêsan erzan bûye.
Mihemed diyar kir ku tametêsan ji Îran, Tirkiye û Sûriyeyê îtxal dikin û wiha pê da çû: "Em herî zêde ji Îranê îtxal dikin. Ji ber qedexeya îtxalata tametêsan dibe ku biha hinekî zêde bibe lêbelê ew ê tesîreke neyînî li ser piyaseyê nehêle."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.