Tirkiye, Herekata Kaniya Aştiyê

"YPG/PKKê li hemû ciyan zilm li me kir"

Ji Kurdên Sûriyeyê parêzer Redîf Mistefa: "Hêviye me ew e ku ev herekat bi ser keve. Serkeftina vê midaxaleyê wê ji bo me baş be. YPG/PKKê li hemû ciyan zilm li me kir"

11.10.2019 - Rojanekırın : 13.10.2019
"YPG/PKKê li hemû ciyan zilm li me kir"

Şanlıurfa

Ji Kurdên Sûriyeyê parêzer Redîf Mistefa got ku ew ji ber zexta YPG/PKKya rêxistina terorê axa xwe terikandine û wiha axivî: "Hêviye me ew e ku ev herekat bi ser keve. Serkeftina vê midaxaleyê wê ji bo me baş be."

Mistefa daxuyanî da nûçegihanê AAuê û got ku ew ji ber Herekata Kaniya Aştiyê ya Artêşa Tirkiyeyê ya li bakurê Sûriyeyê dijî YPG/PKK û DEAŞa rêxistinên terorê da destpêkirin, gelekî memnûn in.

Mistefa got ku ew ê bi xêra herekatê rojekê vegerina ser axa xwe û wiha axivî:

"YPG/PKKê li hemû ciyan zilm li me kir. Di qada siyasî, di qada aboriyê da jî zilm li me kir. Di pevçûnan de xortên herêmê emilandin. Li hin herêman komkujî kirin. Dibêjin demokrasî lê li wir zilm li gel kir. Ji qismekî gelê Kurd koçkirin Tirkiyeyê, qisemek wan yên din jî çûn welatên din. Ji ber şerê wan zarokên ku emrê wan di navbera 12 û 15 saliyê da bûn, hatin kuştin. Bi xwîna Kurdan bazirganiyê dikin. Ji bilî me zilm li Ereb û Tirkmenan jî kirin."

- "Sedema vî şerî YPG/PKK ye"

Mistefa destnîşan kir ku ew ji ber vê midaxaleyê gelekî kêfxweş in û wiha dewam kir: "Dixwestin Ereb, Kurd û Tirkmen ji hev du ra bibin neyar. Sedema vî şerî YPG/PKK ye. Hêviye me ew e ku ev herekat bi ser keve. Serkeftina vê midaxaleyê wê ji bo me gelekî baş be."




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın