Herekata Kaniya Aştiyê

YPG/PKKyê posterê serokê terorîstan li nexweşxaneya ku xirab kiriye daliqandiye

YPG/PKKya rêxistina terorê li nexweşxaneya Til Ebyadê posterê Abdullah Ocalanê serokê terorîstan daliqandiye

20.10.2019 - Rojanekırın : 21.10.2019
YPG/PKKyê posterê serokê terorîstan li nexweşxaneya ku xirab kiriye daliqandiye

Ankara

 YPG/PKKya rêxistina terorê tekane nexweşxaneya li Til Ebyadê talan kiriye û li ber avahiyê nexweşxaneyê jî posterê Abdullah Ocalanê serokê terorîstan daliqandiye.

Ajansa Anadoluyê li Til Ebyada di çarçoveya Herekata Kaniya Aştiyê da ji terorê hat paqijkirin zirara ku YPG/PKKyê daye tekane nexweşxaneya navçeyê anî ber çavan.

Di dîmenên hatin kişandin da hat dîtin ku gelek cihazên nexweşxaneyê ji hêla rêxistinê va hatine dizîn, hin beşên wê jî hatine şewitandin ku êdî ev der neyên bikaranîn.

Ji hêla din Amerîka herçiqas YPG û PKKyê ji hevdu cuda bide nîşandan jî, li gelek cihên ji terorîstan hat paqijkirin wêneyê Abdullah Ocalanê serokê terorîstan derdiveke holê.

Di dîmanan da tê dîtin ku li ber nexweşxaneyê posterekî mezin ê Ocalanê serokê terorîstan hatiye daliqandin.

Ev dimênên Ocalan jî nîşan didin ku ferqa YPG û PKKyê tune û ew ne rêxistinên ji hev cudatir in.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.