Herekata Kaniya Aştiyê

YPG/PKK, digel teahûdên Amerîka û Rûsyayê ji herêma ewle derneket

YPG/PKK hê jî ji navendên Minbic, Kobanê, Qamişlo û bajaroka Eyn Îsaya ku dagir kiribû, derneketiye.

25.12.2019 - Rojanekırın : 26.12.2019
YPG/PKK, digel teahûdên Amerîka û Rûsyayê ji herêma ewle derneket

Tel Abyad

YPG/PKKya rêxistina terorê digel teahûdên Amerîka û Rûsyayê di nav sînorên herêma ewle da hebûna xwe didomîne, hêzên rejima Esed û Rûsyayê jî bi tenê li dor û bera herêmê bi cih bûn.

Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê ji çavkaniyên herêmî hildan YPG/PKK li navendên Minbic, Kobanê, Qamişlo û bajaroka Eyn Îsayê dagirkeriya xwe didomîne.

Mensûbên rêxistinê di avahiya qaşo baregeha giştî ya Minbicê ye da bi cih bûne û li bajaroka Eyn Îsayê jî di avahiya postexane û edliyeyê da ne.

Terorîstên YPG/PKKê yên li Kobanê ne jî cil û bergên rejimê li xwe dikin, alaya Rûsyayê bi wesayîtên xwe da dikin û li navçeyê kolandina çal û tunelan didomînin.

Endamên rêxistinê yên ku piştî Hereketa Kaniya Aştiyê ji hin cihên Qamişloyê yên ku dagir kiribûn ber bi Hesekê va vekişiyan û piştî demeke kurt vegeriyan kampên xwe yên li navçeya Himo û Herêma Pîşesaziyê. Rêxistin li Qamişloyê jî kolandina tunelan didomîne.

Li van cih û warên hanê qaşo hêzên asayişê yên girêdayî YPG/PKKê kar û xebatên xwe didomînin.

- Hêzên rejimê û polêsên eskerî yên Rûsyayê li dor û bera herêma ewle bi cih bûn

Hêzên rejimê di navbera Qamişlo-Malîkiyeyê da, li Kobanê bi seranserê sînorê Tirkiyeyê va, li cihên kontrolê yên ser rêya M4ê ya ku li bakurê Eyn Îsayê dikeve û li Minbicê jî li herêma Arîmayê bi cih bûn. Rejim li herêma Çemê Sacûrê jî tevlî YPG/PKKê tevdigere.

Hêzên Rûsyayê jî li baregehên Sirrîn, Sebît, Eyn Îsa û Seîdiyeya Minbicê ku Amerîka jê vekişiyabû bi cih bûn. Rûsyaya ku têkîliyên xwe yên bi YPG/PKKê ra xurt kir û bi qasî 20 polêsên xwe yên eskerî jî şand cihê eskerî ya li navçeya Amûdê ku di bin dagirgekirya YPG/PKKê da ye. Ji bilî vê Rûsya li Bendava Tişrînê, cihê Îzaayê û herêma Siliyan a ser bajaroka Eyn Îsayê ye jî bi cih bû. Ji bilî vê Rûsyayê li Balafirgeha Qamişloyê jî qada ku lê bû firehtir kir.

Tirkiyeya ku di 9ê Cotmehê da Hereketa Kaniya Aştiyê dabû dest pêkirin û dema hereket dewam dikir bi Amerîka û Rûsyayê ra cihê cihê mutebeqat çêkir.

Amerîkayê ji bo herêma ewle ya bi hereketê hatibû kifşkirin soz dabû ku ji sînorê Tirkiyeyê bigir heta 30 kîlomêtro dûrî Tirkiyeyê wê endamên YPG/PKKê nemînin û Rûsyayê jî gotibû tevlî polêsên eskerî wê hêzên rejimê bikevin herêma qal tê kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın