Nûçeyên analîzê, Herekata Kaniya Aştiyê

"Yekîtiya Ewropayê û dinya divê piştgiriyê bidin xebatên Tirkiyeyê"

Erdogan: "Herekata Kaniya Aştiyê derfetê dide civaka navneteweyî ku piştgiriyê bide Tirkiyeyê da ku şerên welaketê yên li Sûriyeyê dawî bibin. Yekîtiya Ewropayê û dinya divê piştgiriyê bidin xebatên Tirkiyeyê."

15.10.2019 - Rojanekırın : 17.10.2019
"Yekîtiya Ewropayê û dinya divê piştgiriyê bidin xebatên Tirkiyeyê"

Ankara

 Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo rojnameya Amerîkayê Wall Street Journalê (WSJ) maqaleyek nivîsand û got: "Herekata Kaniya Aştiyê derfetê dide civaka navneteweyî ku ew piştgiriyê bide Tirkiyeyê ku şerên welaketê yên li Sûriyeyê dawî bibin, li herêmê aştî û û îstiqrar car din çêbibe. Yekîtiya Ewropayê û dinya divê piştgiriyê bidin xebatên Tirkiyeyê."

Erdogan ji rojnameya Wall Street Journalê (WSJ) ra der barê Herekata Kaniya Aştiyê û rewşa penaberên Sûriyeyî yên xwe spartine Tirkiyeyê da maqaleyeke bi navê "Dema Hin Kes Gavan Navêjin Tirkiye Gavê Davêje" nivîsî.

Serokomar Erdogan got ji sala 2011an ya ku şerê navxweyî ya Sûriyeyê dest pê kir vir va qeyrana mirovî dewam dike û tu kesî qasî Tirkiyeyê êşa vê nebihistiye, lewra Tirkiyeyê 3,6 milyon penaberên Sûriyeyî qebûl kir û 40 milyar dolar ji bo perwerde, tenduristî û xwedîkirina wan xerc kir.

- "Dema me dît ku civaka navneteweyî gavên hewce dike navêje me jî li bakurê Sûriyeyê li gor xwe planek çêkir"

Erdogan got civaka navneteweyî piştgiriyeke kêm daye Tirkiyeyê, lê ji ber çanda mêvanperweriyê Tirkiyeyê bi milyonan mexdûrên şer ezimandiye û wiha dewam kir: "Lê Tirkiye gihîşte sînora tiştên ku dikare bike. Me gelek caran got bêyî alîkariya aboriyê ya navneteweyî Tirkiye nikare rê li ber penaberan bigre ku ew neçin Rojavayê. Dewletên naxwazin berpirsyariyên xwe bi cih bînin van hişyariyên me ne wek rastî, wek gefxwarin nîşan dan. Dema me dît ku civaka navneteweyî gavên hewce dike navêje me jî li bakurê Sûriyeyê li gor xwe planek çêkir."

Serokomar Erdogan bi bîr xist ku wî di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya meha borî da ji lîderên dinyayê ra qala planê kir û wiha domand: "Tirkiye di çarçoveya vê planê da ji bo dawî li qeyrana mirovahiyê bê, tundî û bêîstiqrariya ku sedema sereke ya koçberiyê ye ji cihê cihîn bê qedandin hefteya borî dest bi Herekata Kaniya Aştiyê kir. Xuya dike ku ji bo dawî li qeyrana penaberan bê tu planeke alternatîf tuneye û ji bo vê jî divê civaka navneteweyî yan piştgiriyê bide welatên me û yan jî dest bi qebûlkirina penaberan bike."

- "Dema Kurdên li Sûriyeyê bi PKKya rêxistina terorê ra wek hev tên nîşandan, em îtirazê li vê dikin"

Erdogan destnîşan kir bi Herekata Kaniya Aştiyê ya ku Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) birêva dibin wê terorîstên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê bên berterefkirin. Erdogan ragihand ku terorîstên li herêmê 300 hezar Kurd jî di nav da nahêlin penaberên Sûriyeyê vegerin ser mal û milkên xwe.

Di gotara xwe da Erdogan hedefên herekatê aşkere kir û wiha pê da çû: "Tu pirsgirêka Tirkiyeyê bi komeke kêmnijad ra tuneye. Hemû welatiyên Komara Ereb a Sûriyeyê ku têkiliya wan bi terorê ra çênebûbe ji bo me wek hev in. Em bi taybetî jî dema Kurdên li Sûriyeyê bi PKKya rêxistina terorê ra wek hev tên nîşandan dijî vê derdikevin û îtiraz dikin."

Serokomar Erdogan destnîşan kir ew qebûl nake ku DEAŞa rêxistina terorê ya bi hezaran kesên mesûm qir kiriye bispêrin dînê Îslamê û wiha pê da çû: "Em ê nehêlin ku tu endamekî DEAŞê ji bakurê rojhilatê Sûriyeyê derkeve. Ji bo rehabîlîtekirina jin û zarokên şervanên terorîst ên biyanî em amade ne ku bi welatên çavkanî û saziyên navneteweyî ra hevkariyê bikin."

- "Êdî tu meşruîyeta Bihara Ereban nema"

Serokomar Erdogan got ku di têkoşîna dijî DEAŞê ya di navbera sala 2014 û 2015an da welatên Ewropayê serkeftî nebûn û wiha axivî:

"Ez naxwazim navê wê dewleta Ewropayê bidim. Lê welatiyekî wan sala 2014an li Stenbolê dema dixwest bi balafirê biçe ciyekî din bi çenteyekî tijî muhimat va hat girtin. Îro Fransa nahêle em çekan bikirin û astengiyan derdixîne. Me wê çaxê Fransa hişyar kiribû. Gelo çima guhê xwe neda me?"

Serokomar Erdogan li ser sûcdarkirina Yekîtiya Ereban ya ku dibêjin ev hereketa dijî bakurê Sûriyeyê 'dagirkirine' wiha got:

"Ev welatên Ereban yên ku niha ji me aciz in, gelo wan ji çend penaberan ra deriyê xwe vekirin? Ji bo çareserkirina krîza mirovî ya li Sûriyeyê diqewime, wan heta niha çi kir? Heta niha piştgirî dane kîjan hewldanên siyasî? Daxuyaniya wan fikir û ramanên wan gelê Ereb temsîl nake. Êdî tu meşruiyeta Bihara Ereban nema."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.