Tirkiye, Herekata Kaniya Aştiyê

Ji ber êrîşa terorîstên YPG/PKKyê du nûçegihanên AAyê birîndar bûn

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê ji herêmên ku di dagirkeriya YPG/PKKyê da ne bi çekên lûledirêj êrîşî avahiya ku rojnamevan tê da bûn kirin û du nûçegihanên Ajansa Anadoluyê sivik birîndar bûn.

11.10.2019 - Rojanekırın : 12.10.2019
Ji ber êrîşa terorîstên YPG/PKKyê du nûçegihanên AAyê birîndar bûn

Mardin

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê ji Sûriyeyê ji herêmên ku di dagirkeriya YPG/PKKyê da ne bi çekên lûledirêj êrîşî avahiya ku rojnamevan tê da bûn kirin û du nûçegihanên Ajansa Anadoluyê (AA) sivik birîndar bûn.

Herekata Kaniya Aştiyê ya Artêşa Tirkiyeyê bi Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ra li bakurê Sûriyeyê dijî YPG/PKK û DEAŞa rêxistinên terorê da destpêkirin didome.

Ji Sûriyeyê ji herêma Qamişloyê ku di dagirkeriya YPG/PKKyê da ye bi çekên lûledirêj êrîşî Nisêbînê kirin.

Ji ber ku gule li avahiya ku rojnamevan tê da bûn ket nûçegihanên AAyê Omer Yasîn Ergîn û Ahmet Kaplan ji ber camên ku pekiyan sivik birîndar bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın