Herekata Kaniya Aştiyê

"Herêma ewle wê tu carê zirarê nede têkoşîna dijî DEAŞê"

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin: "Herêma ewle ya ku Tirkiye dixwaze ava bike wê tu carê zirarê nede têkoşîna dijî DEAŞa rêxistina terorê"

16.10.2019 - Rojanekırın : 16.10.2019
"Herêma ewle wê tu carê zirarê nede têkoşîna dijî DEAŞê"

Ankara

 Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin der barê Herekata Kaniya Aştiyê da got "Herêma ewle ya ku Tirkiye dixwaze ava bike wê tu carê zirarê nede têkoşîna dijî DEAŞa rêxistina terorê."

Kalin di bernameya BBCyê da der barê Herekata Kaniya Aştiyê ya ku armanca wê ew e ku korîdora terorê ya dixwazin li ser sînorê başûr ê Tirkiyeyê ava bikin ji holê bê rakirin û li herêmê aştî û aramî bê pêkanîn hat destpêkirin da axivî.

Berdevk Kalin got herêma ewle ya ku Tirkiye dixwaze ava bike wê tu carê zirarê nede têkoşîna dijî DEAŞa rêxistina terorê û wiha dewam kir: "Me li Cerablusê li dijî DEAŞê têkoşîn da. Me ji wan 5 hezarî zêdetir kes girtin, ji 8 hezarî zêdetir paşve şandin û dersînor kirin. Li Cerablusê me qasî 3 hezarên wan jî berteref kir. Ji bo ku DEAŞ tu carê paşve neyê emê bixebitin. Li Iraqê, li Sûriyeyê an jî li cihekî din."

Li ser pirsa "hûn çawa garantiya vê didin" Kalin wiha axivî: "Wek ku me li Efrîn, Cerablus û cihên din çawa kir wisa. Li Îdlibê çawa kir wisa."

- "Têkoşîna dijî DEAŞê wê dewam bike û tu carê wê kêm nebe"

Kalin der barê penaberên Sûriyeyî û xebatên Tirkiyeyê yên ji bo wan hatine kirin da jî wiha got: "Em mazuvaniya qasî 4 milyon penaberên Sûriyeyî dikin. Me ev penaber ji êrîşên DEAŞê yên li Sûriyeyê û Tirkiyeyê parastin. Têkoşîna dijî DEAŞê wê dewam bike û tu carê wê kêm nebe. Ji bilî vê emê bi koalîsyona navneteweyî ya ku dijî DEAŞê ye ra jî hevkariyê bidomînin. Bi Ewropa, Amerîka, Îran, welatên Ereb, Rûsya û yên din ra. Lewra DEAŞ dijminê hevpar e. Me dijî wan têkoşîn da û emê bidomînin jî."

Îbrahîm Kalin li ser hesabê xwe yê Twîtterê jî wiha got: "Têkoşîna me ya dijî DEAŞê tu carê wê têkoşîna dijî DEAŞê neke talûkeyê an jî wê kêm neke. Yê ku mehkûmên DEAŞî di şerê qirêj da ji bo bazariyê wek koz bi kar tîne PKK/YPG ye."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.