Tirkiye, Herekata Kaniya Aştiyê

"Dinya divê rêxistina terorê û Kurdan ji hev veqetîne"

Alîkarê Serokomar Fuat Oktay: "Em ne dijî Kurdan dijî YPG/PKKya rêxistina terorê têkoşîn didin. Dinya divê rêxistina terorê û Kurdan ji hev veqetîne"

10.10.2019 - Rojanekırın : 11.10.2019
"Dinya divê rêxistina terorê û Kurdan ji hev veqetîne"

Ankara

Alîkarê Serokomar Fuat Oktay got ku "Em ne dijî Kurdan dijî YPG/PKKya rêxistina terorê têkoşîn didin. Dinya divê rêxistina terorê û Kurdan ji hev veqetîne."

Oktay beşdarî bernamaya li televîzyona TRT Worldê bû û bersiva pirsên der barê Herekata Kaniya Aştiyê bû.

Oktay bal kişand ku li Tirkiyeyê gelek welatiyên Kurd dijîn û AK Partiya ew partiya siyasî ye ku tê da herî zêde parlementerên Kurd hene û wiha axivî:

"Em dijî Kurdan têkoşîn nadin. Em li vê herêma dinyayê çendî sedsal in bi hev ra dijîn. Em dijî PKK/YPGya rêxistina terorê têkoşîn dide. Dinya divê rêxistina terorê û Kurdan ji hev veqetîne. Li Tirkiyeyê Tirk, Kurd, Ereb hemû bi hev ra dijîn. Der barê vê da pirsgirêk tune. Lê em nikarin ku tu rêxistina terorê yan jî elat ji bo me bibe tehdîd. DEAŞ jî di nav vê da ye."

Oktay destnîşan kir ku Herekata Kaniya Aştiyê ya Tirkiyeyê operasyoneke dagirkirinê nîne û wiha axivî: "Ji bo ku sivîl bikaribin vegerin axa xwe em lir vir hewl didin ku herêmekê biîstiqrar bikin. Kurdên Sûriyeyî jî di nav vê da ne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.