"Di mijara Minbicê da em niha di asta pêkanîna biryara ku me dabû da ne"
Erdogan: "Vê gavê li Kobanêyê bi nêrîna erênî ya Rûsyayê va tê dîtin ku pirsgirêkê dernekeve. Di mijara Minbicê da jî nika em di asta pêkanîna biryara ku me dabû da ne."
Ankara
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan beriya here Bakuya Azerbaycanê ku beşdarî 7emîn Civîna Konseya Hevkariya Welatên Zimanê Tirkî Diaxivin (Konseya Tirkan) bibe li Balafirgeha Ataturkê civîneke çapemeniyê li dar xist.
- "Civîna 7emîn a Konseya Tirkan wê ji gelek hêlan va di dîrokê de cih bigre"
Ergogan der barê Civîna 7emîn a Konseya Hevkariya Welatên Zimanê Tirkî Diaxivin da wiha got: "Ew şirîkatî û piştevaniya ku di nav alema Tirkan da her ku diçe zêde dibe, xurt dibe ji bo me wesîleya kêfxweşiyê ye. Civîna 7emîn a Konseya Tirkan wê ji gelek hêlan va di dîrokê de cih bigre."
Serokomar Erdogan got ewê di civînê da bi serokên dewletan ra biaxive û wiha dewam kir: "Em ê agahiyên berfireh ên li ser Herekata Kaniya Aştiyê bidin mixatabên xwe."
Li ser pirsa "Artêşa Sûriyeyê vegeriyaye Minbîc û Eyn El Erebê û PYDyê ra li hev kiriye, di vê mijarê da bi Rûsyayê ra tu pêwendiyek heye an na? " Erdogan got niha gelek gotin tên gotin û xeyb tên kirin.
Erdogan behsa Herekata Kaniya Aştiyê kir û wiha pê da çû: "Vê gavê li Kobanêyê bi nêrîna erênî ya Rûsyayê va tê dîtin ku pirsgirêkê dernekeve. Di mijara Minbicê da jî nika em di asta pêkanîna biryara ku me dabû da ne."
Der barê îdiaya çapemeniya biyanî manîpulasyonê dike da Erdogan wiha got: "Tevgera wan her tim ev e. Niha jî bi heman awayî tevdigerin. Ewê merîfetên xwe nîşan bidin, sextekariyê bikin û em ê jî qala rastiyê bikin û ji bo fehmkirina vê hewl bidin. Ev nikarin me bibizdînin.
- "Hejmara terorîstên hatin berterefkirin gihîşte 550yan"
Serokomar Erdogan got dema ew dipirse "Hûnê li cem mutefîkê xwe yê ku endamê NATOyê ye cih bigirin yan li cem van terorîstan cih bigirin?" ew nikarin bersivê bidin û wiha dewam kir: "Em dewlet in. Li hemberî me rêxistineke terorê heye. Ji ber vê bi rêxistina terorê ra şer nayê kirin, têkoşîn tê dayîn."
Ji bo hejmara terorîstên hatine bereterefkirin Erdogan wiha axivî: "Niha hejmara terorîstên hatin berterefkirin gihîşte 550yan."
Serokomar Erdogan der barê Jens Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê da jî wiha got: "Helwesta wî gelekî cuda ye, lêbelê helwesta qismeke welatên endam cuda ye."