Herekata Kaniya Aştiyê

Di Dibistana Seretayî ya Muşrîfet El Hawî ya Kaniya Aştiyê da deng û awazên zarokan

Li dibistana ku deng û awazên zarokan lê bilind dibe, hem xwendekaran û hem jî weliyên wan sipasiya Tirkiyeyê kir

Önder Beyter  | 24.12.2019 - Rojanekırın : 25.12.2019
Di Dibistana Seretayî ya Muşrîfet El Hawî ya Kaniya Aştiyê da deng û awazên zarokan

Ankara

 Li Til Ebyada ku bi Herekata Kaniya Aştiyê ji terorê hat safîkirin, xwendekarên Dibistana Seretayî ya Muşrîfet El Hawî sipasiya Tirkiyeyê kir.

Li Dibistana Seretayî ya Muşrîfet El Hawî ku bi destê Wezareta Parastina Neteweyî û Walîtiya Rihayê hat temîrkirin, cardin deng û awazê zarokan lê bilind bû.

Dîmenên dawîn ên dibistanê li ser hesabê Wezareta Parastina Neteweyî ya Twitterê hatin parvekirin.

Mamosteyê Sûriyeyî diyar kir ku dibistana wan ji sala 2013an vir va girtî bû û wiha got, "Zarok ji şer revîn û nehatin dibistanê. Bi xêra Tirkiyeyê dibistan cardin vebû. Herwiha gava ez hatim jî derî, pace û dîwarên dibistanê hemû xirab bûbûn û hilweşiyabûn. Hemû pêwîstiyên dibistanê temam kirin. Ji ber alîkariya wan, em sipasiya gelê Tirk dikin."

Weliyekî Sûriyeyî ku zarokê xwe anî dibistanê jî diyar kir ku di serdema YPG/PKKyê da dibistan hatibû hilweşandin û wiha got, "Em berê nikaribûn biçin dibistanê. Em nikaribûn derkevin derva. Ji Xwedê ra şikir, hingî Tirkiye hatiye em rihet in, em baş in. Kurê min diçe dibistanê. Em gelekî sipasiya dewleta Tirk dikin."

Xwendekaran jî diyar kir ku ew gelekî kêfxweş in û herwiha sipasiya Tirkiyeyê kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.