Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên Srebrenîtsayê piştgirî dan dayikên Diyarbekirê

Serokê Lijneya Rêveberiya Komaleya Boşnakên Îzmirê Hamza Yavuz: "Dayikên me ji halê dayikên Diyarbekirê fêm dikin. Çimkî xem û êşên wan eynî ne û hê şîna wan teze ye. Em ji bo moral û pîrozkirina we hatin bajêr"

16.10.2019 - Rojanekırın : 24.10.2019
Dayikên Srebrenîtsayê piştgirî dan dayikên Diyarbekirê

Diyarbakir

 Dayikên Srebrenîtsayê yên ku zarokên wan li Bosna Hersekê hatibûn qetilkirin piştgirî dan çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya Bajarê Diyarbekirê ya HDPyê dabûn destpêkirin.

Li ber avahiya HDPyê ya Diyarbekirê çalakiya ku dayikan 3yê Îlonê bi hinceta HDPyê zarokên wan revandine çiyê dabûn destpêkirin didome.

Komeleya Dayikên Srebrenîtsayê di nav de hin saziyên civakî yên sivîl dayikên Diyarbekirî ziyaret kirin.

Dayikên Bosna Hersekî dema hatin ber deriyê avahiya HDPê avahiyê dayikên hembêz kirin û giriyan. Koma dayikên Srebrenîtsayê rozeteke ku ji kulîlkên Srebrenîtsayê hatiye çêkirin diyarî dayikan kir.

Dayikên Srebrenîtsayê piştgirî dan dayikên Diyarbekirê

Serokê Lijneya Rêveberiya Komaleya Boşnakên Îzmirê Hamza Yavuz got ku ew 17 sazî tevî 100 dayikan hatine Diyarbekirê û wiha axivî:

"Dayikên me ji halê dayikên Diyarbekirê fêm dikin. Çimkî xem û êşên wan eynî ne û hê şîna wan teze ye. Em ji bo moral û pîrozkirina we hatin bajêr. Ji bilî vê dayikên me ji bo ku piştgiriyê bidin têkoşîna Tirkiyeyê ya dijî terorê jî li vir in. Em piştgiriyê didine Herekata Kaniya Aştiyê jî. Em terorê şermezar dikin. Em dixwazin ev zarok vegerin malbatên xwe. Divê ez zarok li park û li mekteban bin."

Ji dayikan Zehta Turîcê got ku ew ji Bosna Hersekê hatiye Diyarbekirê û daxwaza wan ew e ku teror li herêmê êdî bi dawî be û wiha axivî:

"Ez gelekî kêfxweş im ku li vê derê me. Duh em digiriyan hûn wê çaxê ligel me bûn. Îro jî em ji bo we hatin vê derê. Em ê her dem ligel we bin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın