Herekata Kaniya Aştiyê

Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê di têkoşîna terorê da 198 şehîd dan

Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ku beşdarê Herekata Kaniya Aştiyê ye, ji 9ê cotmehê vir va 198 şehîd dan

11.11.2019 - Rojanekırın : 12.11.2019
Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê di têkoşîna terorê da 198 şehîd dan

Ankara

 Eskerên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) ku li ewlekariya erdê ku di Herekata Kaniya Aştiyê da hat rizgarkirin dinihêre, ji 9ê cotmehê vir va 198 şehîd dan.

Eskerên ANSê li herêma Herekata Kaniya Aştiyê ya ku bi destê Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK) hat kirin, ji bo ewlekariyê, fealiyetên xwe yên lêgerîn û kontrolê didomînin û herwiha sengeran digirin..

Berdevkê ANSê Yûsif Hamûd di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku terorîstên YPG/PKKyî rêkeftina Tirkiye û Rûsyayê binpê dikin û hewil didin ku derbasî navçeya aram bibin û wiha dewam kir:

"YPG/PKK rêkeftina Tirkiye û Rûsyayê bi cih nayne. Hê jî êrîşî sengerên me û sivîlên li herêmên rizgarkirî dike."

Herwiha li gorî agahiyên ku peyamnêrê AAyê ji fermandarên ANSê wergirtin, ji 9ê cotmehê destpêka Herekata Kaniya Aştiyê vir va 198 eskerên ANSê di têkoşîna dijî terorê da şehîd ketin, 643 jê jî birîndar bûn û herwiha ji yekî jî xeber nayê sitandin.

Di pevçûnan da jî bi sedan terorîst bi destê ANSya ku TSK li pişt e hatin berterefkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.