Herekata Kaniya Aştiyê

"Em tu carî bi rêxistinên terorê ra li ser maseyê rûneniştin û em ê rûnenên jî"

Erdogan: "Ez wisa difikirim yên ji bo protestoya Herekata Kaniya Aştiyê ya ku Tirkiyeyê da destpêkirin da ku herêmê ji terorê paqij bike, ji axaftinê vagêr bûn, demokrasiyê nahezimînin. Ez wisa difikirim piştgiriyê didin rêxistinên terorê.

21.10.2019 - Rojanekırın : 22.10.2019
 "Em tu carî bi rêxistinên terorê ra li ser maseyê rûneniştin û em ê rûnenên jî"

Istanbul

 Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "(TRT World Forum) Ez wisa difikirim yên ji bo protestoya Herekata Kaniya Aştiyê ya ku Tirkiyeyê da destpêkirin da ku herêmê ji terorê paqij bike, ji axaftinê vagêr bûn, demokrasiyê nahezimînin. Ez wisa difikirim piştgiriyê didin rêxistinên terorê. Qet hewce nake ku ev cure, li tu derê rabin û bêjin ku em dijî terorê ne. Heger tu hemberî terorê yî, nexwe wa ye platform, tu yê werî û li vê derê bi her awayî destnîşan bikî ku tu dijî terorê yî."

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Kongreyê ya Stenbolê di TRT World Forum 2019 ku bi temaya sereke ya "Krîza Kurewîbûnê: Rîsk û Firsend" tê lidarxistin da xîtabî beşdaran kir.

Erdogan di destpêka axaftina xwe da diyar kir ku ew hêvî dike ku TRT World Forum bi ser bikeve û wiha axivî, "Foruma ku îsal ji bo cara sêyemîn tê lidarxistin, bi gavên ji xwe bawer di rêya xwe da dimeşe û dibe yek ji platformên herî biprestîj ên herêm û dinyayê."

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da ji bo kesên ku wekî protestoya Herekata Kaniya Aştiyê beşdarî TRT World Forumê nebûn û ji axaftina ku dê li vê derê bikirana vagêr bûn wiha got, "Ev kes demokrasiyê nahezimînin. Ez wisa difikirim piştgiriyê didin rêxistinên terorê. Qet hewce nake ku ev cure, li tu derê rabin û bêjin ku em dijî terorê ne. Heger tu hemberî terorê yî, nexwe wa ye platform, tu yê werî û li vê derê bi her awayî destnîşan bikî ku tu dijî terorê yî."

- "Çavê Tirkiyeyê di axa tu welatî da tuneye"

Erdoxan axaftina xwe wiha domand:

"Wezîfeya me ew e ku avakirina vîzyon û hedefên nû yên li gor hêz û hebûna hezar salî ya li Anadoluyê ya gelê me û di rêya xwe da meşandin e. Derketiye holê ku dewletên sînoran ne bi xwêdan û xwînê bi xêzkirina cetvelê ya li ser maseyê ava kirine wê tu carê nebin dewletên rastîn. Çavê Tirkiyeyê di axa tu welatî da, di azadî an jî berjewendiyên tu civakî da tuneye. Em tu ferq û cudahiyê naxin navberê û em ê ji zalim ra zalim, terorîst ra terorîst, neheqiyê ra neheqî, zilmê ra zilim bêjin."

- "Em tu carî bi rêxistinên terorê ra li ser maseyê rûneniştin û em ê rûnenên jî"

Serokomar Erdogan bal kişand ku ew tu wextî bi rêxistinên terorê ra li ser maseyê rûneniştin û wiha dewam kir, "Wekî Tirkiye di 17-18 sal maweya peywira me da em tu wextî bi rêxistina terorê ra li ser maseyê rûneniştin, em rûnanên û em ê rûnenên.

Ne pêkan e ku emilandina dîplomasiyê wekî amûra zextê ya bihêzan, were domandin. Her kes dikare ji xwe ra li Sûriyeyê, li Iraqê, li Efxanistanê, li Libyayê, li Afrikayê û li Balkanan bi niyetên cuda hespa xwe bibezîne. Lê Tirkiye bi tenê sedema yekîtiya qederê ya bi birayên xwe li wan deran e. Ev ji bo kesên dilopek neftê ji dilopek xwînê qîmettir dibînin zehmet e ku bê fêmkirin."

- "Li pişt perdeyê rêvebirina civakan ji holê rabûye"

Erdogan diyar kir, yên ku bi Tirkiyeyê ra empatî nakin û wisa difikirin ku pirsgirêkên teror û koçberiyê dê heta heta bi wan ra sînordar bimînin, dixapin û wiha dewam kir, "Ew dewra di tariyê da çavê xwe qirpandinê, li pişt perdeyê rêvebirina civakan ji holê rabûye. Yên bi azadiya fikrê, azadiya baweriyê bawer dikin tu carê wê fikr û baweriya xwe bi wî dolarê kesk neguherînin. Yên ku bi Tirkiyeyê ra empatî nakin û wisa difikirin ku pirsgirêkên teror û koçberiyê yên li ser stûyê me dê heta heta li cem me sînordar bimînin, zehf zêde dixapin. Heke 30 hezar TIR çek, muhîmat û alavan li ser Iraqê ra têxin bakurê Sûriyeyê, gelo yên ji xwe ra dibêjin 'ez herî hêzdarê dinyayê me' wê vê yekê bi çi îzah bikin, wê bi kîjan helwesta demokratîk va îzaha vê bikin?"

- "Hemû Rojava xwe da kêleka terorîstan"

Serokomar Erdogan wiha dewam kir, "Hemû Rojava xwe da kêleka terorîstan û hemûyan bi hev ra êrîşî me kirin. Welatên NATOyê jî tevda, welatên Yekîtiya Ewropayê jî tevda. Ka hûn li hemberî terorîzmê bûn, ka hûn li hemberî terorê bûn, ma ji kêngî va ye ku hûn rabûne û bi terorê ra tevdigerin? Me ne ji qelemşorên rêxistinên terorê, ji me guhdarî bikin."

Erdogan der heqê ziyareta xwe ya Rûsyayê da jî wiha got, "Sibê emê herin Soçiya Rûsyayê. Di vê seyahatê da emê bi Birêz Putîn ra vê pêvajoyê binirxînin, paşê jî emê gavên ku divê bên avêtin înşallah bavêjin."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.