Herekata Kaniya Aştiyê

Terorîstan êrîşî Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê kir: 3 şehîd, 18 birîndar

Terorîstên YPG/PKKyî li hemberî eskerên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê li Til Ebyadê êrîşeke bibombe kirin, 3 esker şehîd ketin, 18 esker jî birîndar bûn

22.10.2019
Terorîstan êrîşî Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê kir: 3 şehîd, 18 birîndar

İdlib

 Terorîstên YPG/PKKyî li hemberî eskerên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) yên beşdarî Herekata Kaniya Aştiyê bûne êrîşeke bibombe kirin, di êrîşê da 3 esker şehîd ketin, 18 esker jî birîndar bûn.

Di navbera Tikiye û Amerîkayê da mutabaqat hatibû kirin ku terorîst di nav 120 saetan da ji herêmê vekişin lê ev mutabaqat ji hêla YPG/PKKyê va tê îxlalkirin.

Terorîstan li Til Ebyadê li hemberî eskerên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê êrîşeke bibombe kirin.

Di êrîşê da 3 esker şehîd ketin, 10 esker jî birîndar bûn.

Li navçeya Resulaynê jî teqemeniyeke desteçêkirî teqiya 8 eskerên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê birîndar bûn.

Ji 9ê cotmeha ku Herekata Kaniya Aştiyê dest pê kir vir va 84 eskerên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê şehîd ketin, 310 esker jî birîndar bûn.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.