Tirkiye, Herekata Kaniya Aştiyê

Kadroyên me yên tenduristiyê wê li gel eskerên me wezîfeyê bikin"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca: "Kadroyên me yên tenduristiyê li paşiya eniyê, li ser xeta sînor û dervayî sînor wê li gel eskerên me wezîfeyê bikin."

09.10.2019
Kadroyên me yên tenduristiyê wê li gel eskerên me wezîfeyê bikin"

Ankara

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca got: "Kadroyên me yên tenduristiyê li paşiya eniyê, li ser xeta sînor û dervayî sînor wê li gel eskerên me wezîfeyê bikin."

Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê der barê Herekata Kaniya Aştiyê da daxuyanî da.

Koca wiha got: "Ji bo tehdîda terorê ya li ser sînorên me bê dawîkirin, ji bo ji milyonan mirovên ku ji welatê xwe hatine dûrxistin ra jiyanek bê avakirin, ji bo zarokên ji malbat û malên xwe hatine qetandin hêlînek bê çêkirin, ji bo ku aştî û aramî li erdnigariya me pêk bê Herekata Kaniya Aştiyê tê kirin ku Xwedê alîkariya eskerên me yên beşdarî vê herekatê bûne bibe."

Koca got ew bi hemû xebatkarên tenduristiyê, yên rewşa acil 112yê, UMKEyê, ambulansên esmanî, nexweşxane û nexweşxaneyên mobîl va li gel artêşa Tirkiyeyê ne.

Koca wiha dewam kir: "Kadroyên me yên tenduristiyê li paşiya eniyê, li ser xeta sînor û dervayî sînor wê li gel eskerên me wezîfeyê bikin. Diayên me ji bo qehremanên Artêşa Tirkiyeyê ne."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın