Herekata Kaniya Aştiyê

Generalên berê yên Sûriyeyî piştgiriyê didin operasyonê

Generalên berê yên Sûriyeyî yên ku xwe spartine Hatayê piştgirî dan operasyona ku Artêşa Tirkiyeyê wê li rojhilatê Feratê bike

09.10.2019
Generalên berê yên Sûriyeyî piştgiriyê didin operasyonê

Hatay

 Generalên berê yên Sûriyeyî yên ku xwe spartine Reyhanliya navçeya Hatayê daxuyandin operasyona ku Artêşa Tirkiyeyê (TSK) wê li rojhilatê Feratê bike ji bo dahatûya Sûriyeyiyan pir girîng e.

Tuxgeneral Ebdulkerîm Ehmedê yek ji wan fermandarên berê yê rejima Esed e ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew piştgiriyê dide operasyona Tirkiyeyê, lewra ji bo ku aramî pêk bê û Sûriyeyî bizivirin malên xwe ev operasyon pir girîng e.

Ehmed got li herêma ku oparesyon wê bê kirin wî salên dirêj wezîfe kiriye û wiha axivî: "Herêm mîna Efrînê ne çiyayî ye, vekiriye û hin cih wek çolê ne. Tirkiye ji bo aştiyê diçe rojhilatê Feratê, artêşa Tirkiyeyê artêşeke bihêz e ji ber vê herekat wê di nav demeke kin da bigihêje encamê. YPG/PKK û DEAŞ di serî da rêxistinên terorê wê li dû xwe nenêrin û birevin. Bi saya vê operasyonê bi sed hezaran Sûriyeyî yên ji ber şer ji welatê xwe dûr mane wê vegerin herêmên ji terorê bên paqijkirin."

- "Qasî milyon û nîvek Sûriyeyî wê vegerin"

Tuxgeneral Esad Nasîfê yek ji fermandarê berê yê rejima Esed e jî heman tişt got û bal kişande ser operasyonê.

Nasîf got gelê herêmê êdî ji terorê aciz bûye û wiha dewam kir: "Tirkiye welatekî bihêz e û xwedî artêşeke bihêz e jî. Komên muxalif jî wê pişgiriyê bidin eskerên Tirkiyeyê. Li herêmê şert û mercên erazî xirab be jî herekat wê di nav demeke kin da bigihêje encamê, baweriya me bi vê heye. Bi vê serkeftinê va qasî milyon û nîvek Sûriyeyî wê vegerin herêmên ji terorê bên paqijkirin. Em ji dil û can li cem Tirkiyeyê ne û diayên me her tim ji bo we ne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın