Herêma Kurdistanê

Li Îranê bi PJAKê ra pevçûn derket: 2 esker hatin kuştin

Li Makuya navçeya Azerbaycana Rojava di navbera hêzên Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê û PJAKa şaxa Îranê ya PKKya rêxistina terorê da pevçûn derket û 2 eskerên Îranê hatin kuştin

07.08.2019
Li Îranê bi PJAKê ra pevçûn derket: 2 esker hatin kuştin

Ankara

Li Makuya navçeya Azerbaycana Rojava di navbera hêzên Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê û PJAKa şaxa Îranê ya PKKya rêxistina terorê da pevçûn derket û 2 eskerên Îranê hatin kuştin.

Hesen Ebasiyê Qaymeqamê Makuyê daxuyanî da Mehra ajansa xeberan ya Îranê û destnîşan kir du bi şev di navbera hêzên Artêşa Mihafizên Şoreşê û terorîstan da pevçûn derket û wiha got: "Li ser sînorê Makuyê bi terorîstên cudakar ra pevçûn derket û ji Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê 2 esker şehîd ketin û eskerek birîndar bû."

Li eyaleta Azerbaycana Rojava ku li rojhilatê bakurê Îranê ye car caran di navbera hêzên Îranê û PKK û PJAKê da pevçûn derdikevin û di mehên dawîn da li herêmê pevçûn zêde bûne. Herî dawîn li navçeya Pîranşehrê bi çekan êrîşî wesaîta Artêşa Mihafizên Şoreşê kiribûn û esker hatibûn kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.