Herêma Kurdistanê

Ji Barzanî hişyariya "DEAŞ li Iraqê ji nû va bi rêxistin dibe"

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê yê berê Mesûd Barzanî got ku DEAŞa rêxistina terorê bi temamî ji holê ranebûye û dîsa dest bi rêxistinbûnê kiriye

Elif Orhan   | 12.09.2019
Ji Barzanî hişyariya "DEAŞ li Iraqê ji nû va bi rêxistin dibe"

Istanbul

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) yê berê Mesûd Barzanî got ku DEAŞa rêxistina terorê bi temamî ji holê ranebûye û dîsa dest bi rêxistinbûnê kiriye.

Li gor daxuyaniya ku ji ofîsa wî hat dayîn Barzanî di avahiya xwe ya li Hewlêrê da bi Alîkarê Balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê Brîan McFeeters û Serkonsolosê Amerîkayê yê li Hewlêrê Steven Fagîn ra hat bal hev.

Barzanî di hevdîtina xwe ya bi rayedarên Amerîkayî ra bal kişand ku DEAŞ li Iraqê ji nû va bi rêxistin dibe û got ku "Hêza wê ya şerkirinê tune lê bi temamî ji holê ranebûye û dîsa hewl dide ku bi rêxistin be."

Barzanî diyar kir ku pirsgirêkên bûn sedem ku DEAŞ derkeve holê hê nehatine çareserkirin û da zanîn ku rêxistin ji bo herkesî tehdîd e.

Hat ragihandin ku rayedarên Amerîkayî û Barzanî li ser rewşa Kerkûk û herêmên binîqaş jî axivîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın