Herêma Kurdistanê

HKI: "Em amadene dahata neftê radestî Bexdayê bikin"

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Cutyar Adil: "Em amade ne dahata neftê radestî Bexdayê bikin"

Ahmet Aydın   | 20.08.2019
HKI: "Em amadene dahata neftê radestî Bexdayê bikin"

Arbil

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Cutyar Adil, derbarê dahata ku Hewlêr ji 250 hezar bermîl neftê bi dest dixe de got, "Em amade ne dahata neftê radestî Bexdayê bikin."

Adil li Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê di civîna çapemeniyê de derbarê pirsên berdewam ên di mijara neftê û budceyê ên di navbera hikûmeta navendî û hikûmeta herêmê de daxuyanî dan.

Berdevk Adil destnîşan kir ku hikûmeta Bexdayê birîna ji budceya HKIyê didomîne û wiha got, "Ev birîna ku Bexda dike, ji dahata ku HKI ji 250 hezar bermîl neftê bi dest dixe, gelekî zêdetir e."

Adil tekezî li wê yekê kir ku ji bo çareseriya hinek pirsgirêkan ku di halêhazir de muelleq in, pêdivê bi Destûrê pabendî were kirin û anî ziman ku di mijarên neftê û yên darayî de digel Bexdayê di hevkariyê de ne û di navbera herdu aliyan de lijneyên hevpar hatine damezrandin.

Berdevkê HKIyê Adil, derbarê dahata ku Hewlêr ji 250 hezar bermîl neftê bi dest dixe de got, "Em amade ne dahata neftê radestî Bexdayê bikin."

Adil herwiha destnîşan kir ku zêdetir ji milyonekê karmendên Herêma Kurdistanê hene lêbelê Bexda tenê mehaneya 600 hezarî dişîne û anî ziman ku ev pirsgirêk ya herî giring e ji bo hikûmeta herêmê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın