Herêma Kurdistanê

"Hikûmeta Iraqê 80 milyar dolar deyndarê me ye"

Berdevkê Hikûmeta HKIyê Cutyar Adil:"Li gorî belgeyên berdest hikûmeta Iraqê bi qasî 80 milyar dolarî deyndarê me ye"

Ahmet Aydın   | 12.09.2019
"Hikûmeta Iraqê 80 milyar dolar deyndarê me ye"

Arbil

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Cutyar Adil anî ziman ku hikûmeta Iraqê bi qasî 80 milyar dolarî deyndarê wan e."

Adil li Hewlêrê piştî derketina ji Encûmena Wezîran a HKIyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Berdevk Adil derbarê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê û serjimêriyê de daxuyanî dan.

Adil tekezî li wê yekê kir ku hikûmeta herêmê bê pirsgirêk mehane dahata 250 hezar bermîl neftê teslîmî Bexdayê dike û wiha got, "Li hember vê pêdivê pirsgirêkên di navbera me de çareser bibin. Li gorî belgeyên berdest hikûmeta Iraqê bi qasî 80 milyar dolarî deyndarê me ye."

Adil anî ziman pirsgirêka sereke ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de mijara budceyê ye.

Berdevk Adil derbarê serjimêriya piştî 22 salan cara yekê dê sala bê were encamdan de got ku komîsyonek hatiye pêkanîn û wiha pê de çû:"Di mijara serjimêriyê de em dixwazin maddeya 140emîn a Destûra Iraqê bê cîbicîkirin. HKI di wê niyetê de ku jibilî mijarên mafên destûrî di hemî mijaran de digel Bexdayê pêkwere."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın