Herêma Kurdistanê

Herêma Kurdistana Iraqê dixwaze ji tecrûbeya hilbijartinê ya Tirkiyeyê sûdê werbigre

Berdevkê Komîsyona Hilbijartina Bilind a Xweser ê Herêma Kurdistana Iraqê Şîrvan Zirar daxuyand Tirkiye bi lîsteyên kitûkê yên hilbijêran û zelalbûna hilbijartinê va xwedîtecrubeyê ye û ew dixwazin ji tecrubeyên Tirkiyeyê îstifade bikin

Türkan Tosun   | 05.09.2019
Herêma Kurdistana Iraqê dixwaze ji tecrûbeya hilbijartinê ya Tirkiyeyê sûdê werbigre

Arbil

Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) dixwaze ji tecrubeya Tirkiyeyê ya der barê qeydên hilbijêran û zelaltiya hilbijartinê sûdê werbigre.

Berdevkê Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind ya Xweser ya Herêma Kurdistana Iraqê Şîrvan Zirar ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand Tirkiye bi lîsteyên kitûkê ya hilbijêran û zelalbûna hilbijartinê va xwedîtecrubeyê ye.

Zirar got demek berê ew li Enqereyê çûne ziyareta Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê di destê dewletê da agahiyên hilbijêran hene. Wek me bi mehan ji bo rojanekirina lîsteyan mijûl nabin. Ji ber ku kitûka hilbijêran li Tirkiyeyê amade ye ew nabe sedema nîqaşan."

Zirar anî ziman ew dixwazin Herêma Kurdistanê jî xwedî heman pergalê be û ji ber vê dixwazin ji tecrûbeyên LHByê sûdê werbigrin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.