Ömer Yasin Ergin, Fadıl Aslan
16 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2026
Zozanê Feraşînê yê li Beytuşebaba navçeya Şirnexê havînê bi fetlonek, mêrg û mexel û golên qeşagirtî yên ku ava berfê diherikinê va li benda ziyaretvanên xwe ye.
Zozanê Feraşînê ku raqima wê 2 hezar û 625 e, dikeve nava sînorên Şirnex, Hekarî û Wanê. Zozan havînê mazûvaniya heywanên koçeran û hezjêkerên siruştê dike.
Zozan nêzî 40 kîlomêtreyî dûrî navenda navçeyê ye. Piştî ku berf heliya çayîrên zozanan hêşîn bûn û zozan bi tonên cuda, kulîlkên rengîn û çavkaniyên xwe va balê dikişîne.
Fetlonekên zozanê bi ava berfê gur bûne, derdora wan hêşîn bûye.
Gola Çalyanê jî dikeve stu zozanê û gelek nebatên endemîk lê hêşîn dibin û bi belekiyên berfa dora xwe û şelên cemedê va bala ziyaretvanan dikişîne.
Hinek ziyretvan rojane tên zozanê û hinek jî li zozanê çadira xwe vedikin û lê dimînin.
Ji ber ku zozan cihekî hênik e, havînê dibe pêgeha hezjêkerên siruştê.
Fetlonekên wekî maran 4 demsalan jî rind in. Fetlonek û golên qeşaqirtî bi dronê hatin kişandin.
Muslum Basanê ku bi hevalê xwe ra kamp kir, ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew ji bo geşt û gerê hatin zozanê.