Necmettin Karaca
10 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2026
Êşa ji ber şehîdbûna polês Halîl Hamuryen yê ku di hewldana derbeya xiyanetkar ya Rêxistina Terorîst ya Fetullahî (FETO) ya 15ê Tîrmehê da li Navenda Giştî ya Beşa Operasyonên Taybet ya Enqere-Golbaşiyê şehîd ketibû, hîn jî di dilê mirovan da zindî ye.
Wêne, unîform û kelûpelên kesane yên Hamuryen yê ku di hewldana derbeyê da di êrîşekê da şehîd bûbû, li quncikeke bîranînê ya li Lîseya Keçan ya Anatoliyayê ya Îmam Xetîb ya Polêsê Şehîd Halîl Hamuryen ya li Erdîşa navçeya Wanê têne pêşandan.
Bilal Hamuryenê birayê mezin yê şehîd, pir caran serdana dibistanê dike û diçe quncikê bîranînê ku ji bo bîranîna birayê wî hatiye veqetandin da ku hesreta wî ya ji bo wî kêm bike.
Hamuryenê ku ji bo duakirin û avdana kulîlkan serdana gora birayê xwe ya li Taxa Çelebîbagıyê kir, ji nûçegihanê AAyê ra got ku birayê wî ji bo welêt canê xwe feda kiriye.
Hamuryen diyar kir ku bi birayê xwe sebilind e û got, "Ji bo me cihê serbilindiyê ye ku unîform û tiştên din yên şexsî yên birayê min li dibistanê têne pêşandan. Li vir xwendekar têgihiştineke çêtir li ser hezkirina welêt, fedakariyê û wateya şehadetê bi dest dixin. Zindîhiştina bîranîna birayê min êşa me kêm nake, lê dilê me hênik dike."