Wênekêşê siruştê kosiyên avê yên Çemê Delîçayê bi destê xwe têr dike
Li Erdîşa navçeya Wanê wênekêşê siruştê Ferzende Coşar, kosiyên avê yên Çemê Delîçayê ku diherike Gola Wanê, bi nanê kartî yê ku berhev dike va têr dike
Necmettin Karaca
30 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2026
photo: Necmettin Karaca / AA
Wênekêşê siruştê kosiyên avê yên Çemê Delîçayê bi destê xwe têr dike
VAN
Li Erdîşa navçeya Wanê wênekêşê siruştê Ferzende Coşar, kosiyên avê yên Çemê Delîçayê ku diherike Gola Wanê, bi nanê kartî yê ku berhev dike va têr dike.
Delîçay yek ji mezintirîn çemên ku diherike Gola Wanê ye.
Di çem da ji bilî masîkefalên ku havînê di dema xerzdanînê da diçin avên şêrîn, kosiyên avê, mar û heywanên din dijîn.
Wêne : Necmettin Karaca/AA
Ferzende Coşarê 64 salî ku wêneyên siruştê û jiyana kovî dikişîne, her sal di vê demê da gelek caran tê ber çem.
Coşar li qisma Benda Masiyan a çem, bi nanê kartî yê ku ji firin û xwaringehan berhev dike va zikê kosiyên avê têr dike.
Coşar ji nûçegihanê AAyê ra got ew bi salan e tê heman cihî.
Coşar daxuyand ew her roj di heman saetê da kosiyan têr dike û wiha got: "Dema ku ez nan tînim, li dora min kom dibin. Carinan ew tiliyên min an jî lingê min gez dikin, lê em zirarê nadin wan. Ez her sal bi heman awayî wan têr bikim. Ew hînî min bûn, dema min dibînin demildest tên cem min."
Wêne : Necmettin Karaca/AA
Siruşthez Mehmet Saît Polat jî diyar kir têrkirina kosiyan a ji hêla Coşar va wan hestiyar dike û wiha got: "Bi vî awayî nanê kartî jî îsraf nabe."
Ayça Ulkuyê jî got dema ew çûne serdana Benda Masiyan û wan dîtiye ku Coşar bi destê xwe kosiyan têr dike wiha got: "Ev cara yekem e me dît ku kosî bi vî rengî tên têrkirin. Em pir matmayî man û kêfa me jê ra hat. Me wêneyê vê kêliyê kişand ku mayînde bimîne."