Ulaş Güven
25 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2026
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê Qaymeqam Volkan Hulur çêlek û golikek diyariyê Ayni Ozbeka dayika heft zarokan a ku çêleka wê dema li çêreyê diçêriya û ji girik gindirî û jikêr çûbû, kir.
Piştî ku di nûçeyan da derket ku Ozbeka şêniya gundê Yenîşikê ya ser bi navçeyê, ji ber mirarbûna çêleka xwe xemgîn bû, Qaymeqam Hulur bi Fermandarê Cendirmeyan a Navçeyê Yarbay Mehmet Kuşca û Midûrê Çandinî û Daristanê yê Navçeyê Murat Înan ra malbat ziyaret kir.
Qaymeqam Hulur jî çêlek û golikekî diyariyê Ozbeka ku berê xêrxwazan 7 çêlek û 5 golik diyariyê wê kiribûn, kir.