Ramiz Akar
09 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2026
Parka Tebîetê ya Turgut Ozal a li Battalgaziya navçeya Meletiyê mazûvaniya ziyaretvanên xwe dike.
Park li Tirkiyeyê parka tebîetê ya 37emîn e û havînan di nava cihên ku welatî ziyaret dikin da ye. Ji aliyê cihê ku lê ye û ji aliyê darên xwe va havînan çend pile ji navenda bajêr hêniktir e.
Di navê da goleke piçûk, rêyên meşê, seyrangeh û parkên lîstikê yên zarokan hene, ji ber ku li gorî navenda bajêr hênik e, malbat jî li vê derê dicivin.
Parka ku hem ji bo welatiyan cihê velezînê ye hem jî derfetên civakî lê hene, bi dronê hat kişandin.