Orhan Sağlam, Bahar Tanrıtanır
23 Hezîran 2026•Rojanekirin: 23 Hezîran 2026
Moçkên xalîçeyan ku bi esran e hest û ramanên jinên Wanî nîşan didin, li ser cil û bergên kevnare û nûjen tên neqişandin ku bigihêjin nifşên nû.
Enstîtuya Kemilînê ya Wanê di çarçoweya projeyên "Ji Kevneşopê ber bi Paşerojê" û "Kêlî bi Kêlî Anadolu"yê da xebatan dike û moçkên bîra çandî ya bajêr cardin bi bîr dixe û dineqişîne.
Mamosteyê ku li enstîtuyê wezîfedar in, moçkên "gulsarya", "sine", "lûleper", "çengel", "qiloçê beran" û "devê gur" li ser dezgehan dihûnin. Jinên ku li bajêr dijîn çîrokên xwe yên ser hezkirin, bêrîkirin, hêvî û jiyanê bi van moçk û motîfan dane der.
Paşê ev moçk li ser cil û bergên kevnare û nûjen ên wekî sako, fistan, eteg û kirasan tên neqişandin û sêwirandin.
Cil û bergên ku tên çêkirin, li enstîtuyê hem tên firotin hem ji bo ziyaretvanan tên pêşandin.
Midûrê Enstîtuya Kemilînê ya Wanê Tekîn Baran ji nûçegihanê AAyê ra got ku bajêr mazûvaniya gelek şaristaniyan kiriye û vê baqiyeya mîrateyeke çandî ya dewlemend pêk aniye.
Baran daxuyand ku ew di atolyeyên enstîtuyê da xebatên girîng dikin û armanca wan ew e ku dîroka kevnare ya bajêr nedin jibîrkirin û dewrî nifşên nû bikin.
Baran bal kişand ku ew dixwazin li atolyeyê cureyên ber û berheman zêde bikin, ji boyaxkirina hiriyê bigire heta çêkirina tayê rîs, ew hatin qonaxa qumaş û sêwirandinê.