Necmettin Karaca
16 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2026
Masîgirên li Gola Wanê piştî 90 rojan ku qedexeya ji bo masîkefalan rabû, torên xwe diavêjin.
Qedexeya masîgirtinê ya ku ji bo parastina masîkefalên li Gola Wanê dijîn û di navbera 15ê Nîsanê û 15ê Tîrmehê da ji bo hêkdanînê koçî avên şirîn dikin, hatibû danîn, bi dawî bû.
Masîgirên ku di dema qedexeyê da keştiyên xwe anîbûn peravê, amadekariyên xwe temam kirin û ji bo nêçîra ewil ya demsalê derketin ser golê.
Masîgirên ku serê sibehê zû li navçeya Erdîşê derketin, bi avêtina torên xwe yên li Gola Wanê, demsala nû dan destpêkirin.